CivakPolîtîk

Divê PKK jî dest ji vê sîyaseta xwe ya şaş a şerî berde

Meclîsa PAKê li Amedê Civîna Xwe ya 7emîn Lidarxist Meclîsa PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) di 18-19ê Hezîrana 2016an  de civîna xwe ya 7emîn li Amedê lidarxist. Civînê bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Paşê Serokê Giştî yê PAKê  Mustafa Özçelik bi rojeva ku ji alîyê meclîsê ve hatibû qebûl kirin dest bi civînê kir. Mustafa Özçelik piştî vekirina civînê, biryarên di civîna meclîsa PAKê ya sê meh berê de hatibûn stendin xwend. Her weha xebat û çalakîyên sê mehên dawîyê û rewşa  rêxistinên partîyê yên di bicîhanîna biryaran de nirxand. Meclîsa PAKê biryar da ku Yekemîn Kongreya Asayî ya PAKê di roja 06.11.2016an bê lidarxistin.Berîya Kongreya Giştî jî dê kongreyên bajar û navçeyên bêne lidarxistin. Jibo amadeyîya kongreyê jî Komîsyona Amadekirinê ya Kongreya Giştî hate bijartin. Di civîna Meclîsê de  rewşa siyasî  ya Kurdistanê  û cîhanê  hate nirxandin, siyaseta PAKê hate tesbît kirin. Meclîsa PAKê, di çarçoveya rojevê de, bi dirêjahîya du rojan de, rojeva Kurdistanê, cîhanê  û bi wê ve girêdayî ya sîyaseta PAKê nirxand. Piştî nirxandinên berfireh , li ser pêvajoyê ev tesbît hatin kirin: –Dewleta Tirk ji alîyekî şerê heyî kûrtir dike, ji alîyekî ve jî bi derxistina qanûnên nû, destkeftinên heyî jî dixwaze ji holê rabike. Lê tecrûbeyên heta nuha bi dehan caran nîşan daye ku, Dewleta Tirk dê bi sîyaseta kuştin, wêranîyê, bi rêlibergirtina azadîyê û demokrasîyê dê nikaribe gelê me ji holê rabike, doza azadîya Kurdistanê bifetisîne. Divê Dewleta Tirk zûtirîn dem vî şerî  û van êrîşên pir alî rawestîne û bi rêyên dîyalogê, dest bi çareserîyeke sîyasî bike. –Divê PKK jî dest ji vê sîyaseta xwe ya şaş ya şerî berde. Ev çend mehên vê dawîyê bê teredut şaşitîya vê siyaseta PKKê îspat kirîye. Şer zerarê dide gelê me, dide welatê me. Şer, rê xweş dike ji sîyaseta Dewleta Tirk ya ji holê rakirina destkeftiyên gelê me re. Gelê Kurdistanê vî şerî naxwaze. Îsrar kirina PKKê ya di şerî de, binpê kirina îradeya gelê me  û têkbirina pêşeroja me ye. — Her cûre êrîşên li ser navê doza biheq û meşrû ya azadîya Kurdistanê li sivîlan têne kirin, nayên qebûl kirin, sûcê li dijî mirovahîyê ye. Êrîşên bi vî rengî zerarê dide doza me. –Li Bakurê Kurdistanê hevkarîyeke ku li ser bingehekî netewî û Kurdistanî pêwîst e. Hemû alîyên kurd, li gel hemû ferqîyetên xwe jî, di nav danûstandinan û dîyalogan de bin, di pêngavên piçûk da be jî divê rêya dîyalogan li hevdu negirin. Lê, hevkarî û tifaqên li ser esasê prensîban bê avakirin. Bingeha tifaqeke Kurdistanî , qebûl kirina hebûna miletê Kurd e, hebûna Kurdistanê ye, rêzlêgirtina di navbera hêzên sîyasî ye, parastina statuyekê jibo Kurdistanê ye.Em girîngîyê didin hevkarîya di navbera  partî û tevgerên bakurê Kurdistanê ku PAK jî têde ye.Lê jibo ku ev hevkarî hîna berfirehtir bibe û jibo êdî bibe tifaqeke mayinde û bi bername, divê hemû alîyên hevkarîyê di gelek warên bingehîn de xwe zelal bikin. Hevkarîyeke zelal dikare bingeha tifaqeke saxlem û kamil bihûne. –Meclîsa Partîya me sîyaseta xwe ya jibo di nav refên partîyekê de yekkirina potansîyela azadîxwaz û demokrat a Kurdistanî, careke din teyîd kir. Û dîyar kir ku PAK amade ye jibo hemû hewlên di vê derbarê de. Meclîsa Partîya me, bangî hemû kadro û potansîyela azadîxwaz û demokrat ya bakurê Kurdistanê dike ku, em bi hevdu re partîyeke xurttir ava bikin. –Meclîsa Partîya me  dibêje Kongreya Giştî  ya Yekemîn a PAKê :- Divê bibe cîhê hêvî, bawerî û geş kirina sîyaseteke nûh û nûjen-Divê bibe destpêkeke nuh di rêya azadîya Kurdistanê de- Divê jin, gênc û kadroyên di civata Kurdistanê de cîhekî wanê maqûl heye di nav meclîsa nuh de cîh bistîneJi bo ev armanc pêk bên jî  bangî hemû rêveber, endam û layangir û dostên  PAKê dike, bangî hemû kes û alîyên peywendîdar dike ku em bi hevdu re PAKeke  hîna xurt ava bikin. –Meclîsa Partîya me careke din li ser  helwesta Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya di derbarê referandûma serxwebûnê de rawestîya. Meclîsa me piştgirîya vê helwestê dike.Meclîsa me careke din teqîd dike ku, serxwebûn êdî ne bes rêyeke çareserîya sîyasî ye, di eslê xwe de, îro bûye pêwîstîyeke jîyanê ya jibo çareserkirina pirsgirêkên başûrê Kurdistanê û hemwelatîyên wê. Em wek PAK bangî hemû hêzên siyasî yên başûr û yên perçeyên dikin ku, bi hemû hêza xwe, em piştgirîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin. –Meclîsa Partîya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê  rawestîya. Meclîsa me careke din bal kişand ser yek kirina hêzên eskerî, sîyasî, aborî yên TEVDEM, ENKS û partîyên din yên rojavayê Kurdistanê. PAK bangî hemû alîyên sîyasî û pêkhateyên civakî, etnîkî û olî û mezhebî yên rojavayê Kurdistanê dike ku, federalîyeke li ser esasê qebûl kirina miletê Kurd, qebûl kirina Kurdistanê û qebûl kirina azadîya gelê me û sitatuya Kurdistanê,îdareyeke hevbeş ava bikin û yekrêzîya xwe pêk bînin. –Meclîsa Partîya me, jibo doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê careke din piştgirîya xwe teqîd kir . Li Rojhilatê Kurdistanê pêwistî bi têkoşîneke bi hêz, bi tifaqa  hêzên netewî yên demokratîk  heye. Tifaqeke weha wê bikaribe têkoşîna azadîya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bighîne asteke pêdivî pê heye. Em bi rêz ji bo raya giştî radigihînin .21.06.2016 Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAK—————————————————————   

Back to top button