Serokê Giştî yê HUDA PARê û parlementerê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu di civînek a çapemeniyû de behsa pirsa Kurd kir û got: “Pirsgirêka Kurd” a ku ji ber hin polîtîkayên xelet ên sed sal berê bûye pirsgirûkek mezin, divê li ser bingehê edalet û heqaniyetê bê çareserkirin..”
Yapiciogluyê li Parlementoya Tirkiye civîneka çapemaniyê li darxist û da xûyakirin ku, ew dixwazin pirsgêrêka Kurd çareser bikin.
“Pêwîste civakeke ya baweriyê bi dabînkirina ewlehiya can, mal, ol, bîr û nesla hemû welatiyên xwe bê avakirin. ‘Pirsgirêka Kurd’ a ku ji ber hin polîtîkayên şaş ên beriya sedsalê bi demê re veguherî pirsgirêkeke mezin, divê li ser esasê edalet û heqaniyetê bê çareserkirin. Biratiya Tirk-Kurd sedemê bê huquqiyê zirar dîtiye, divê li ser esasê edaletê bête temîr kirin ev yek; Wê bibe wesîleya lihevhatina dewlet û hemwelatiyê li ser xala hevpar a bawerî, dîrok û welat.