PolîtîkRojev

Divê mafên Pêşmerge bibe mijareke sereke

Wezareta Pêşmerge daxwaz dike ku yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, dayîna maf û heqên darayî yên Pêşmerge be.

Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî yê li Wezareta Pêşmerge Usman Mihemed ragihand; gelek caran hinek dengên şovenîst, Pêşmerge weke milîs bi nav kir, tevî ku li gor destûra Iraqê, Pêşmerge di çarçoveya hêzên fermî yên hikûmeta Iraqê de ye, lê belê milîs hêzên neyasayî ne.

Serokê Lijneya Pêşmerge yê li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirorî diyar kir; ji sala 2005an ve çendîn car rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser maf û heqên darayî yên Pêşmerge hatine kirin, lê belê heta niha hikûmeta Iraqê rêkeftinên xwe cîbicî nekirine.

Rêvîng Hirorî destnîşan kir: “Wezareta Pêşmerge daxwaz dike ku maf û heqên darayî yên Pêşmerge bibe mijareke sereke ya gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê di dema pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de.”https://www.youtube.com/embed/aa1TCWoJnGY

Back to top button