Şandeyeke wezarerta derve ya Amerîkayê bi serokatiya John Sullivan cîgirê wezîrê derve û bi endametiya Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê, Anderw Pek cîgirê alîkarê wezîrê derve ji bo karûbarên Rojhilata navîn, Erik Mayer cîgirê alîkarê wezîrê xizîneya Amerîkayê, roja 29.01.2018ê serdana bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr amade bû, Sullivan kêfxweşiya xwe bi serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Tekîd li ser giringiya têkeliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat kirin.Sullivan ragehand ku Amerîka dixwaze pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê û bi rêya diyalogek cidî bên çareser kirin. Li dor konferensa avadankirina Îraqê ku biryare li Kwêtê bê saz kirin, cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê îşaret bi wê yekê kir ku di wê konferensê de dê pirojeyên pêwîst ji aliyê welatên Komelbexiş ve ji bo avadankirina Îraqê bên dabîn kirin û bi pêwîstî zanî Herêma Kurdistanê jî ji wan pirojeyan sumend be. Wî hêvî xwest ku îstîqrara aborî, siyasî û amnî li deverê bi cî bibe û Herêma Kurdistanê jî careke din bibe xwedîya aboriyek giring weke ku berê hebû.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan şandeya wezareta derve ya Amerîkayê bo Hewlêrê û hewil û xebatên Amerîkayê û welatên Hevpeyamn ji bo xweşkirina aqarê destpêkirina danûastandin û diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, kir. Pabendbûna Herêma Kurdistanê jî bi çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê dupat kir.Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê û ew arîşeyên êkonomiyên rastî Herêma Kurdistanê hatine kir û got ku gelek giringe şandeya Herêma Kurdistanê jî di konferensa avadankirina Îraqê de beşdariyê bike daku bikaribe ji pirojeyan sudmend be û pêdawîstiyên Herêma Kurdisdtanê yê di warê avadankirinê de dabîn bike.Barzanî diyar kir ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê bên encam dan û ew piştgiriya prosesa demokarasiyê li Îraqê dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: