Divê kurd PKKê teşhîr bikin!
Wek gelek cara PKK cardin rojane êrîşê tînê li ser PDK û dijwarî di medya xwe de şerê PDKê dike. Tê zanin ku Mustafa Karasu di bernameyek televizyonî de li dijê PDK şer ragihandibû. Niha jî Zubeyr Aydarê ku kes nizanê kiye û çi dike bi navê PKKê behsa pêwendiya PDKê û Tirkiye dike û gelek bi tundî gotinên ne li ser rê li dijê PDKê dibêje .
Gelek xeribe ku, kesek zilamê Tirkiyebe û rêxistina wî bi xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatibê çêkirin behsa pêwendiyên PDK û Tirkiye bike. Ji aliyek dinve, di derbarê tunekirina tevgera Kurd de gotinên Ocalan û mamustayê wî Yalçin Kuçuk gelek vekirine. Lê sedema ku PKK di vê qonaxê de cardin êrîşê PDKê dike ji aliyê kurdan ve û ji aliyê partiyên siyasî ve gelek nayê rojevê. PDK bi xwe dema pêwist dibîne bersiva derewên PKKê dide. Lê eger PDK karê xwe bike bersivdana derewên PKKê , divê karek din neke.
Dema PKK êrîşê PDKê dike, tektiket gelek rûvîtî bi kar tîne. Tu cara behsa hukumeta herêma Kurdistanê û dezgehên fermî yên Kurdistanê nake. Eger kesek ji aliyê hukumetê ve hatibe girtin dibêje ew ji aliyê PDKê ve hatiye girtin. Di bingehê xwe de PKK îtirafê li dezgehên fermî yên herêma Kurdistanê nake. Serokatiya herêmê, hukumeta herêmê û parlementoya Kurdistanê nas nake.Mixabin kesek li ser vê yekê gelekî nasekine. Heta dema PKK bi derewan êrîşê PDKê dike gelek kes ku xwe nêzikî PDKê didin nasandin di bin simbêlên xwe de dikenin. Yanî ev siyaseta dijê hemû nirxên Kurdistanî û mirovatiyê ya PKKê keyfa hinek kesên ku xwe wek xêrxazê PDKê didin nîşandin tîne.
Taybetî ew kurdên ku dibêjin herêma Kurdistanê li başûrê Kurdistanê destkeftiyek mezin e û divê em vê destkeftinê ji bo pêşeroja Kurdistanê wek çavên xwe biparêzin, li himber êrîş, tehdît û derewên PKKê bê dengin. PKK di kesayeta PDKê de êrîşê destkeftiyên Kurdistanî dike.PKK êrîşê siyaseta ku dixwaze Kurdistanek serbixwe bê avakirin dike. Her kurdek mecbûre pîvanekî ji bo siyaseta xwe deynê. Eger pîvan destkeftiyên netewî be, berjewendiyên netewîbe û xweş kirina rêya serxwebûnê be, gerek li himber PKKê xwedî helwestbin.
Li ser her Kurdek niştimanperwer ferze ku, PKKê teşhîr bike û rastiya siyaseta PKKê ji xelkê re bêje.Lê mixabin ev yek nayê kirin û gelek kêm kes û hinek medya vê yekê dike û dengê wan jî kêm derdikeve û belkî tu bandora helwesta wan jî di civatê de nexweyê.Berjewendiyên kesayetî her tim insana ber bi şermezariyê ve dibe. Herkesê li himber siyaseta PKKê ya li dijê berjewendiyên netewî bê deng be, ew bi awayekî dibe şirîkê siyaseta çewt a PKKê.
PKK bêbextiya li gelek aliyên din ê Kurda dike. Tişta rast nabêje, bi mejiyê çepên Tirkên Kemalist êrîşê Tevgera azadixwaz a Kurdistanê dike.Heta ku kurd wek aliyên siyasî, kesayet, rewşenbîr , nivîskar û siyasetmedar rastiya PKKê nebînin û behsê nekin, ew tu cara nikarin rêya rast di siyasetê de bi zelalî bibînin.
Nûçe/Analîz
N.Firat