Divê Kurd ji bo nasnameya Kerkûkê şer bikin, ne ji bo postên xwe

Rêbwar Talabanî da zanîn ku rayedarên Kerkûkê plan dikin hejmara Kurdan kêm bikin û hejmara Ereban li navenda bajêr zêde bikin.
Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî rewşa dawî ya Kerkûkê, hilbijartina parêzgar û gelek mijarên din ji Kurdistan24ê re nirxand.
Talabanî, bi bîr xist ku grûpên çekdar ên li Kerkûk û navçeyên din ên Iraqê di bin kontrola welatekî biyanî de ne û got: “Iraq bi xwe serweriya xwe winda kiriye û her kes dizane ku hikûmet nikare van hêzan kontrol bike”.
Rêbwar Talabanî, amaje bi rewşa dawî ya Kerkûkê jî kir û got: “Me li gel kabîneya niha ya Sûdanî li ser 13 madeyan rêkeftinek kir, lê mixabin piraniya wan xalan nehatin cîbicîkirin û rewşa Kerkûkê jî neguherî”. Talabanî da xuyakirin ku rayedarên Kerkûkê plan dikin hejmara Kurdan kêm bikin û hejmara Ereban li navenda bajêr zêde bikin, Talebanî got: “Dixwazin di nava çend salên pêş de nasnameya Kerkûkê ji Kurdbûnê biguherin û bikin Ereb”.
Rêbwar Talabanî bal kişand ser wê yekê ku divê Kurd ji bo nasnameya Kerkûkê têbikoşin, ne ji bo parêzgarî û postan û got: “Ev 100 sal in pirsgirêka me ya herî mezin ev e”.