Dosya
Divê kurd bêjin erê

Destûra bingehîn ya niha destûra înkilaba leşkerî ya 12-ê îlona sala 1980-ê ye. Vê destûrê hemî awayî qedexe aniye li ser jiyana kurdan. Ev destûra ku her tişt li mirovên kurd qedexe kirî divê bête guhertin. Ev serê 30 salana em hemî behsa nexweşiyên 12-ê îlona 1980-ê dikin. Em hemî behsa zîndana Diyarbekir dikin û dibêjin, ew pêvajo hemî nexweşî bû, îşkence bû, xwîn bû qetilkirin bû.
Hemî nexweşiyên çêbûyîn esera înkilaba leşkerî ya 12-ê îlona 1980-ê ye. Raste destûrek nû pêwîste, divê destûrek nû sivîl bête çêkirin. Lê ji destûra îro madeyek jî bê guhertin başe û erêniye. Ji bo vê divê mirov di referandumê de ji bo guhertinên destûrî bêje erê. Ev referandum ji bo kurdan jî wek imtihanekiye.