Polîtîk

Divê kêmasî Kurd bibin xwedî federasyonekî

Çetin Çeko di rojnama Radikalê de hevpeyvînek berfireh i gel Sosyolog Çsmail Beşikçî çêkiriye. Di hevpeyvînê de Beşikçî pêvajoya nû dinirxîne nirxandinen gelek hêja di derbarê pirsa Kurd , siyaseta dewletê û pêvajoya nû dike.

Sosyolog û lêkolîner Îsmail Beşikçî pêvajoya dayinstanê dinirxîne. Beşikçî dibeje ku, dewlet tiştekî nade Kurdan lê welê dide xuyakirin ku tiştna dide Kurdan. Lê Dewlet bê ku Kurdan muxatab bistîne pêvajoyek destpêkiriye.

Herweha Beşikçî dibêje ku di derbarê aşitiyê de kurd weke desthilatdarên Tirk nafikirin. Kurd aşitiyê wek sistemek ku mafên xwe û azadiya xwe bêxên di bin demanê de dibînin.

Beşikçî dibêje ku Dewlet hêja Kurdan wek gelekî nasnaske. Naskirina Ocalan û pêwendiya li gel Ocalan nayê wê wateyê ku dewlet Kurdan nasdike. Herweha Beşikçî behsa pirsekî gelekî zîz dike û dibêje, pêwîste, PKK, BDP û KCK di vê zanebûnê de be.

Divê îdeolojiya fermî û tiştên ku ew dibêjin bê rexnekirin. Beşikçî dibêje gotinên Ocalan yên wek “ Giyanê Çanakale“ “Biratiya Îslamî“ “Dîroka Hevbeş“ û “Misakê Millî“ dide xuyakirin ku PKK û BDP nêzikî îdeolojiya fermî û nêzikî Ak Partiyê ye. Ocalan bi xwe vê tesbîtê bi van gorên xwe dike.

Beşikçî dibêje Ocalan, giliya lobiyên, Rum a, Ermeniyan û Yahudiyan dike. Bi vî awayî jîdîtina ku komkujiya Ermeniyan, Rum-Pontusiyan û Siryaniyan wedişêre.

Sosyolog Îsmaîl Beşikçî, di derbarê Kurdistanê û çareseriya pirsa Kurd de Beşikçî dibêje:

Heta Kurd nebin xwedî statuyekî li Rojhilata Navîn pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê kêmasî Kurd bibin xwedî federasyonekî. Ew dîtina ku dibêje: “ sinor radibin, entegre çêdibe“ çewte. Ev dîtin ji bo Kurdan bixapînin hatiye peydakirin. Dewletên mezin têne ba hev lê herkes bi nasnama xwe tên bahev. Ew welatên van yekitiyande cîh digrin hemû bi awayê siyasî xwedî heman mafin. Heja ku Kurdan nasnama xwe ya Kurd/Kurdistanê destnexistîn dê çewe van yekitiyan de cih bigrin?

Li cihekî sinor ranebûne. Wek mînak ma Kurd dikarin vê ji Filistiniyan re ji Ereban re bêjin? Dikarin bêjin Ereben Filistîne “ Hun ji bo çi li dûv avakirina dewletekine, herin li gel Yahudiyan wek bira bijîn“  Ew kesên nikarin tişta ku, ji Ereben Filistînê re, ji Tirkên Kibrisê re û ji misilmanên Bosnayê re bêjin, ji bo çi ji Kurdan re dibêjin? Ev ne gotinên rastin. Ev siyasetek melaqiye.

Back to top button