Divê hêzên neteweyî ji mercên guherîne re amadebin
Divê HêzênNeteweyî Ji Şert û Mercên Guherîne Re Amade Bibin!
Li Rojhilata Navîn ku her kêlî yeksane diguherin de, mirov ne dikare qala hevalbendiyeke payîdar bike ne jî qala hevalbendên dilsoz bike. Her weha,mirov ji bilî mêtîngerên ku li Kurdistanê dagirkeriya fiîlî didomînin û ji vê yekê gav bi paş de navêjin, kesekî din weke dijminê sermedî bibîne jî xelet e. Di bûyerên li Rojhilata Navîn de ku hemû dewletên cîhanê bi awayekî dibin alî, ji livdarên(dinamik) hundirîn bêhtir livdarên derveyî rolên diyarker dilîzin.
Destekariya (mudaxileya) ku bi pêşengiya Erebistana Seûdî li Yemen’ê hat kirin,bizava dewletên weke Misrê û Tirkiyê ya bihev re û dubare bi me da zanîn ku li welatan, nakokiyên di navbera desthilatdarên diguhere de der dikeve demî ye û têkiliyên ku di bin navê “derbeya leşkerî an jî demokrasî” de xera dibin esasê xwe de ji ber sedemên cuda ye. Her weha ev rewş careke din rastiya, dema mijar were ser berjewendiyan her dewlet dikare bi her dewletê re tevbigere, nişan dide. Tewra dema mijar Kurd bin dikarin hemû nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û hevbeş tevbigerin. Ji ber ku serxwebûna Kurdistanê bi tenê dewletên mêtînger eleqedar nake, ligel hemû dewletên Rojhilata Navîn dewletên ku hikm li cîhanê dikin jî eleqedar dike.
Di pirsgirêkên ku derdikevin de, her çiqas carna nakokiyên olî,carna mezhebî carna jî bîrdozî li pêş xuya dikin jî, zelal e ,sedema rast berberîhevbûna berjewendiyên di navbera dewletan de ye. Nûnertiya berjewendiyên neteweyên, ku berjewendiyên xwe ser her tiştî re digrin û olê/baweriyê tenê weke navgîneke ku bi kêrî berjewendiyên wan tê bikartînin, dewleta wan bixwe dikin. Neteweyên ku weke Kurdan hêj nebûne dewlet jî, divê berjewendiyên xwe yên neteweyî li pêş her tiştî bigrin û tevbigerin. Bêşik û bêguman ji bo Kurdan berjewendiya neteweyî, di rêya dewletbûne de destkeftî bidest xistin e. Ji ber vê yekê divê ku, di binavkirina dost-dijmin de û di avakirina hevalbendiyan de ne ku hizrên bawerî an bîrdozî, polîtîkayên sûdeperest ku piştgiriya dewletbûnê bike bên pejirandin.
Ne pêkan e, tu dewlet bêhesab pişgiriya dewletbûna Kurdan bike. Divê guh bidin vê rastiyê û hîsî tevnegerin. Bêguman ji ber çi sedemê dibe bila be, kî piştgiriya armanca serxwebûna Kurdistanê bike hevalbendê (ji bo wê kêliyê) Kurdan e. Divê, Kurd bêyî ku guh bide armanc, bawerî, saziya siyasî an jî taybetmendiyeke din ya dewletên ku piştgiriya dewletbûnê dikin, têkiliya xwe pêşve bibin. Divê di van têkiliyan de bêyî ku bi hîsî tevbigerin û rastiya “dibe ku hevalbendî jî demî be “ paşguh bikin, bi pêşgirî tevbigerin. Ji ber ku di navbera dewletan de ne pêwendiyên hîsî û têkiliyên dostanî, berjewendiyên neteweyî rola diyarker dilîze.
Destekariya li Yemen’ê ku bi pêşengiya Seûdî ku dewletên Ereb kirine,mirov dikare weke, berteka li polîtîkayên Êran’ê yên emperyalist, şîrove bike. Berî vê, pêşbaziya (ya zêdetir xwedîgotinbûn li Rojhilata Navîn) ku di navbera Tirkiye û Êran de derbas bûbû, niha jî di navbera Erebistana Seûdî û Êran’ê de derbas dibe. Xeyala dewleta Tirk ya Neo-Osmanîperestî di demeke kin de hat vemirandin û ji xeynî bibe dewleteke diyarker zêdetir niha, vegeriya cihê ya dewleteke cîhgir ya dewletên Rojava. Ango mirov dikare bibêje cihê dewleta Tirk, Erebistana Seûdî an jî Misrê girt.
Li gel Seûdî di nava dewletên Ereb de bû hêzeke sereke,balkêş e di polîtîkayên wan ên Kurdistanê de jî guherînên erênî çêbû. Ji vir şûn da dewletên ku dixwazin li Rojhilata Navîn xwedîgotin bin pêwist in bala xwe bidin Kurdan. Lewre him tecrûbeya demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê him jî têkoşina ji dijî DAÎŞ’ê ya bêhempa , Kurdan kir hêzeke ku divê teqez bal bê dayîn. Bêguman li Erebistan’ê axaftina “Kurdistana Serbixwe” û nûçeyên di derbarê pêşveçûna têkiliyên bi Kurdistan’ê re , ji ber ku Kurd hêzek in tên.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, ji bloka Şiî ku Êran pêşengiyê lê dike û bloka Sunnî ku Seûdî û Misir pêşengiyê lê dike bi awayekî xwezayî wê rêzgirtina mafê dewletbûnê weke kriter bigre û wê digel bloka Sunnî tevbigere. Bêguman îro nêzîkahiya (derbarê dewletbûnê de) bloka Sunnî nişan dide, sibe bloka Şiî nişan bide ango cihê wan biguhere divê Kurd digel bloka Şiî tevbigere. Ji ber ku pirsgirêkeke Kurdan ya ol/mezheb/sazîûman an jî bîrdozî nîne, bi tenê pirsgirêkeke neteweyî heye û divê hemû têkiliyên xwe di çarçoveya pirsgirêka neteweyî de ber destê xwe.
Dema mirov di çarçoveyeke fireh de li van blokan binêre, li aliyekî bi pêşengiya Emerîka dewletên Rojava, li aliyê din bi pêşengiya dewletên mîna Rûsya û Çîn û bi Êran’ê şênber bûye bloka Şiî tê pêşberî me. Di pêşerojê de dewleta Tirk ku di bloka ku Emerîka pêşengiyê lê dikir de cih girtibû û bi lihevkirina 2005 ve naskirina serxwebûna Başûrê Kurdistanê pejirandibû, dema bi têkiliyên xwe yên bi Rûsya re û bi hewldanên xwe yên “bi tena sere xwe hêzbûn” biser neket dîsa vegeriya/hat vegerandin pozisyona/rewşa xwe ya berê. Ji ber sedemên cuda cuda be jî dixuye îro dewletên ku ji ragihandina serxebûna Kurdan ya li Başûrê Kurdistanê re dê bejin “erê”, Îsraîl, Tirkiye û Erebistana Seûdî ne. Bêguman Îsraîl di vê mijarê de pirr zelal e û bi xebateke taybet ramana Kurdistana Serbixwe diparêze. Bêguman vê xebata Îsraîl’ê pirr girîng e lê divê neye jibîrkirin ku Îsraîl jî ji bo berjewendiyên xwe yên dirêj-mawedar (uzun vadeli) dewletbûna Kurdan diparêze. Ji ber vê yekê, her çiqas di bin navê Ummetperestiyê de dijminatiya Îsraîlê kirin xelet e û xizmeta polîtîkayên mêtînger dike, bi heman awayî propagana û hejmetkariya Îsraîl’ê jî Kurdan dike atmosfereke hîsî û ji rastiyê dûr dixîne û rîska hinciranbûna berjewendiyên neteweyî dihewîne. Sedem her çi dibe bila be, nêzîkahiya Îsraîl’ê girîng e û divê Kurd (bêyî ku bi hîsên xwe tevbigerin) pê bidin. Ji ber ku nêzîkahiya Îsraîl’ê stratejik e û dirêj-mawedar e.
Li hemberî vê yekê helwesta Tirkiye û Seûdê temamî bi şert û mercan ve girêdayî ye û dibe ku nişka ve biguhere. Car carna her çiqas ji aliyê hin kesan ve bûbe mijara rexneyê jî , divê têkiliyên Reveberiya Başûr ya bi dewleta Tirk re li gorî van esasen berjewendiyên beramberî hev bê nirxandin.
Divê Bakur û Başûr Xwediyê Helwestên Cuda bin!
Dema mirov bide ber çavan ku parçeyên cuda yên Kurdistanê xwedî şert û mercên cuda ne û di mijara destkeftiyên neteweyî de di astên cuda de ne, li her parçeyên cuda divê mirov karibe awayên têkoşînê yên cuda û têkiliyên cuda pêş ve bibe.
Dema Başûrê Kurdistanê dewleteke fiîlî ye û ji gellek dewletên cîhanê bêhtir xwediyê bandoreke/rêzdareke siyasî û dîplomasî ye, nikare weke partî/rêxistineke Kurd ya li Bakurê Kurdistanê ku hêj ne xwediyê tu statuyekê ye tevbigere. Başûrê Kurdistanê dema bi Tirkiye an dewletên din re dikeve têkiliyê de pêwist e weke dewlet tevbigere. Berevajî di têkiliyên navdewletan de ciddî nayê girtin û maumeleya rêxistinekê dibîne. Ev jî çawa wê destkeftiyên heyî bike rîskê, wê pêşiya ragihandina serxwebûnê ya muhtemel bigire.
Serê sazî û dezgeyên polîtîk yên Bakurê Kurdistanê di vê mijarê de heta tu bibêjî tevlihev e. Hin sazî û dezgeyên/aktorên polîtîk , dema di derbarê Başûr(Bi taybetî jî Malbata Berzanî) de rexneyên ne li cih dikin, têkiliyên bi dewleta Tirk re weke hincet nişan didin. Bêguman ev helwest an ji nazaniyê der tê an jî ji ber ku destkeftiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê tune dihesibînin der tê.
Yên ku Başûrê Kurdistanê nêz dibînin jî rêyeke cuda dişopînin û dîsa helwesteke çewt nîşan didin. Vê beşê, têkiliyên Başûrê Kurdistanê ku bi navê dewletekê bi Tirkiye re pêşve biriye referans digrin û li Tirkiye’yê dinihêrin. Ango ji bîr dikin ku partî/rêxistin in û sankî bi Başûr re di heman pozîsyonê de ne nêzikahî nîşanî dewleta Tirk didin. Ji ber vê yekê ,vê beşê bêfikare piştgiriya projeya entegrasyonê, ku weke HDP û “pêvajo” binav kirine, dikin. Lê belê piştgiriya Başûr ya “pêvajoyê” û piştgiriya saziyên Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên pirr cuda ne û encamên wan pirr cuda dibin.
Em weke Tevger, destkeftiya li Başûr bêşert û merc diparêzin û polîtîkayeke ku dixwazin destkeftiya heyî bi ragihandina serxwebûnê tac werbigre dişopînin. Destkeftiya li Başûr û nemaze rêbaza Mele Mistefa Berzanî ji bo Tevger’ê xwedî nirxeke pirr taybet e. Nêzîkahiya me ya ramanî û polîtîk ya bi Başûr re, pêwist nake em têkiliyên Rêveberiya Başûrê Kurdistanê yên bi dewleta Tirk re referans bigrin.
PKK/HDP ya ku her çiqas li Bakur ji aliyê polîtîk ve hêza sereke ye, di entegrasyonê(Tirk(îyeyî)bûn) de biryar dabe jî; û her çiqas rêveberiya Başûr piştgiriya hevdîtinên di navbera PKK-dewletê de didome dike jî, weke Tevger em xwedî nêzîkahiyeke xwemalî/cihêreng in.
Bêguman bêwate ye saziyeke ku dewletbûnê nexwaze û “Demojratîkkirina Tirkiye” dike armanc li ser navê Kurdan li dijî dewletê şer bike. Di vê şerê bêwate û bêarmanc de tenê ciwanên Kurd ên eğît jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê em dixwazin vê şera bêarmanc xelas bibe. Lê belê, daxwaza me ya xelasbûna vê şerê bêwate û bêarmanc, nayê wateya ku em lihevkirina PKK-dewletê weke “çareserkirina Pirsgirêka Kurd” an jî “ Aştiya Kurd û Tirkan” dibinin. Berevajî bidawîbûna vê şera bêwate, tê wateya destpêkirina têkoşina li ser zemîneke neteweyî û daxwaza dewletbûnê. Me weke Tevgerê him di danezana xwe ya avakirinê de him jî di daxuyaniyên xwe yên cuda de bi taybetî diyar kir ku ji bo ku vê têkoşina neteweyî ya nuh bimeşînin em tevlî qada polîtîk bûn.
Her çiqas şert û mercên heyî dibêje li Bakur serxwebûn zor tewra ne pêkan e jî, em di wê hişmendiyê de ku şert û mercên her gav diguherin û tên guherandin dibe kul i Bakur jî serxwebûnê bîne rewşeke pêkan. Ji ber vê yekê em dewletbûnê weke bijarteya tekane disepînin û têkoşina xwe li xêzê dimeşînin. Dema em vê têkoşinê dimeşînin, têkiliyên Rêveberiya Başûrê Kurdistanê yên ligel Tirkiye’yê referans nagirin û guh nadinê jî. Li Tirkiye’yê û li Bakurê Kurdistanê li gorî livdarên hundirîn hilberîna polîtîkayan mirov dixapîne. Ji ber ku livdarên derveyî her kêlî dikarin bibin sedema guherînên bingehîn û dikarin bandor li livdarên hundirîn bikin û wan tevbigerînin. Tevgera ku di hişmendiya vê rastiyê de ye, bêyî ku tûşî serdegirtina mercan ya nişkave bibe û bê amadeyî bên girtin , di rêya dewletbûnê de bibiryar têkoşinê didomînin. Em dizanin ku her gav dibe ku derfeta dewletbûnê çê bibe û em di vê baweriyê de ne ku tevgerên neteweyî ji bo ku karibin vê derfeta dîrokî baş binirxînin divê amade bin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê
29.03.2015