Hevpeyvîn

Divê ENKS û PYD vegerin bo rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Duhokê

Îdrîs Tirwanişî bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Partiya Yekêtiya Demokrat (PYD) ê,  baskê Rojava yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya rijêma Beşer Esed, bi biriyareka yekalî desthelatdariya xwe bi darê zorê li ser Rojava sepand.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Îdrîs Tirwanişî: Bê guman pişitî şoreşa gelên surî li dijî rijêma diktatorî ya Beşar Esed û heta îro derfetek zêrîn û neçaverêkrî ji bo gelê kurd li Rojaveyê Kurdistanê hatiye pêş, û ji derencamê pêşveçûnên hêzên opozsiyona Suriyayê, rijêm neçar bû hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê  vekêşe, vê çenda han jî derfetek mezin li pêşiya gelê kurd vekir ku ji bo cara yekem, pişitî peymana Syks- Picot, xwe mîna hêza serdest bibîne. Dihat çaverêkirin ku gelê kurd bi hemû sazî, rêkxistin û partiyên xwe ve, formeke rêveberyeke hevbeş ava bike û rê li ber destdrêjiyên terorîstên DAÎŞ ji aliyekî û koça kurdan bo derve  ji aliyekê din bigire. Lê mixabin her zû Partiya Yekêtiya Demokrat (PYD) ê,  baskê Rojava yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya rijêma Beşer Esed, bi biriyareka yekalî desthelatdariya xwe bi darê zorê li ser Rojavayê Kurdistanê sepand, çalakî û bizavên partiyên din qedexekirin, kete giyanê çalakvanên siyasî û zîndanên xwe tijî kirin ji her kesekê danpêdanê bi rêveberya wê ya ne şer’î neke. Di encam da bi sedan hezar kurdan cî û warên xwe hêlan û koçberî Başûr û  Bakurê Kurdistanê,  Tirkiyê û welletên Ewropayê bûn  û vê yekê metirsiyeka mezin li ser demografiya Rojava dirsut kir.

Gereke mirov  behsa qehremaniya şervanan jî bike ku di eniyên şerî da li dijî  terorstên DAÎŞê serkeftinên mezin bidest anîn, lê derencamê siyaseteka şaş û xandineka nerealîstî  Efrîna bûka Kurdistanê ji dest da û kete jêr dagîrkariya rijêma tirkî.

Rojevakurd: vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Îdrîs Tirwanişî: Pişitî biriyara Serok Trump derbarey vekêşana hêzên amerîkî ji Rojhlatê Firatê, rewş li Rojavayê Kurdistanê tevlîheviyek mezin bi xwe ve dît, her zû pelên PYDê  yên veşartî eşkera bûn, bi taybetî pişitî ketiye di danûstandinê da digel rêjma diktatorî ya Esed û piraniya biriyarbidestên PYDê  tekîdê li ser parastina yekparçeya axa Suriyê û retkirina her cure stirakturekê netewî dikin. Ne ev bi tenê lê belê Adar Xelîl berdefkê fermî yê PYDê bi zelalî ragehand ku ew dijî dewleta neteweyî ne, li gor wî ji ber çend sedeman:

”Ji berku dewleta netewî dê parçekê ji axa Suriyayê veqetîne, dîsan wê muzayîkê civakî yê Suriyayê têk bide û metirsiyê jî li ser dewletên derdûr çêbike.”

Helbet eva ew dibêje heman dîtin û nerînên rijêma Suriya, Îraq û Tirkiyayê ne.

Ev di demekî daye ku rijêma Suriyayê, PYDê  bi xaîn û dûvelanik pênase dike û neamadeye çi cure danûstandinan digel wê bike, yan danpêdanê bi her mafekê ji bo gelê kurd bike. Di heman dem da û li jêr gefên rijêma Tirkiya, PYDê amadebûna xwe ji bo radestkirina Rojava ji bo rijêma Suriyayê da diyarkirin.

Lê  li gor pêşhatiyên vê dawyê, wesa xuya dibe ku Amirîka hindek ji hêzên xwe dê li Rojava bihêle û rê nade Tirkiya çi hêrîşan li dijî PYDê pêkbîne, lê ev çende vala nayê, belko li gor zaniyariyan, mercê serekî yê Amirêka ewe ku PYD her cure peywendiyeka xwe digel rijêma Esed qut bike û lihevhatinekê jî digel ENKS bike û kar ji bo avakirina desthelatek hevbeş bike, di beramber da Amirîka dê berdewam be li parastina kurdan.

Rojevakurd: ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Îdrîs Tirwanişî: Derbarey peywendiyên ENKS digel opozsiyona Suriyayê. Bi dîtina min opozsiyona Suriyayê di vê qonaxê da şikestin anî û karîgerya xwe roj bi roj ji dest dide, û derbareyi hellwestê wê hember maf û daxwazîyên gelê kurd, bi dîtina min heman helwestê rijêmê, di kupîtka lawaziya xwe da neamadene mafên gelê kurd nas bikin gelo eger deshlat bikeve dest wê çawe be! Lewma gereke ENKS pêdaçûnê bi peywendiyên xwe bi van aliya ra bike û bi dîtina min ev gave dê rê li hember peyweniyên wê û PYDê  jî xweş bike,

Rojevakurd: Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin?

Îdrîs Tirwanişî: Helbet Suriya û rijêma wê bi tinê bi nav maye, hêzên navnetewî bandoreka mezin li ser rewşa Suriyayê heye, lê proje û stiratejiya van hêzan ji hev cudane,  tiştê giring ji bo kurdan ve ku,  projên çi aliyan digel yên Tirkiya hevnagirin û hêzên kurdî dikarin mifay ji van nakokiyan bibînin, di heman dem da hewla xweşkirina peywendiyên xwe digel hemû hêzên navnetewî biden heya digel Tirkiyayê jî. Li vir berpirsiyariyek dîrokî dikeve ser milên PKK, eger bi rastî PKK bixwaze Rojava ji gef û hêrişên Tirkiya bi parêze, divê PKK  ji bo vê qonaxa dîrokî bandora xwe li ser Rojava nehêle  û azadiya helbijartinê bide rojavayîyan ku ew bixwe, dûr ji karîgerya PKKê, nûnerên xwe û awa û sîstemê rêveberya xwe ava bikin. Çunike wek xuya Amirîka ji bo kêmkirina dilgiraniya Tirkiya li bere bandora  PKKê  li Rojava nehêle û heman senaryoya Başûr ya sala1998ê dubare bike Waşîngtoneke  navxweyî li rojava bisepîne.

Di encam da tiştê ji hêzên kurdî ji bo vê qonaxê tê xawstin, ewe ku vegerin bo rêkeftinamên Hewlêr1 û 2 û Duhok yên li jêr çavdêriya Serok Barizanî hatîn îmzakirin.

Bi vî awayî dê bingehê desthellatdriyeka hevbeş bi beşdariya tevaya alî û hêzên siyasî hête danan û dê rê li ber vegeryana pêşmergeyên  Roj û sedan hezar ji koçberên Rojava vebibe, herwesa dê peywendiyên Başûr û Rojava kevine ser rêya xwe ya siruşitî û pêşkeftnên baş bi xwe re bînin, û  ev çende jî dikeve di qalbê parastina berjewendîyên asayşa netewî ya kurdistanî.

Silav û rêz ji redaksiyona û xandevanên malpera Rojevakurd ra..

Îdrîs Tirwanişî

 

Back to top button