PolîtîkRojev

Divê em yekitiya navxwe bi hêz bikin, temenê rêkeftina bi Bexdayê re kurt e!

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd daxêyakirin ku, yekrêziya alîyên siyasî li herêma Kurdistanê pêwistiya herî girîng e. Mehmûd di vê derbarê de got: “Eger nav mala Kurdan were rêkxistin û dahata navxwe bi temamî were komkirin, ev dê bibe tiştê herî baş a ku Kurd encam bidin.”

Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku niha pêwîstiya Kurdan ew e ku nav mala xwe rêk bixin û hewl bidin ku nêzî hev bibin.

Li ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, Mihemed Hacî Mehmûd destnîşan kir: “Iraq bi xwe rewşa wê ji ya me xerabtir e û ti car li hev nakin. Her rêkeftinek jî eger were kirin, temenê wê kurt e û tenê heta şeş mehan an salekê ye.”

Back to top button