PolîtîkRojev

Divê em li dijê vejîna terorê bisekinin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Roja Bîranîn û Rêzgirtina Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî,daxûyaniyek ragihand û dibêje: Li Iraqê, divê em yekdeng bin, da ku alîkariya mexdûran bikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta roja Bîranîn û Rêzgirtina Qurbaniyên Terorê ya Navdewletî, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek ragihand. Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniya xwe de dibêje:Bi helkefta roja cîhanî ya bîranîn û rêzgirtin ji qurbaniyên terorê re, em wan kesên ku li Kurdistan û cîhanê di encama terorê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û bibîr tînin. Li Iraqê, divê em yekdeng bin da ku alîkariya mexdûran bikin, ta ku ew jiyana xwe ji nû ve ava bikin û li dijî vejîna terorê bisekinin.

Back to top button