
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu dibêje: “Ev makeqanûn makeqanûneke cûntaya leşkerî ye. Dem dema ji holê rakirina vê destûrê hatiye. Deynê saziya siyasî û partiyên siyasî ye li hember vî gelî, divê vî deynî bidin.”
Yapicioglu li Kartepeya navçeya Kocaeliyê di çerçoveya bernameyekî de, bi endamên çapemeniyê ra hat ba hev.
Yapicioglu, diyar kir ku di rojeva welatiyan de pêşî aborî tê û destnîşan kir ku divê mûçeyê xaneşîna zêde bibe da ku bikaribin debara xwe bikin. Yapicioglu bal kişand ku makeqanûna nû di demên dawî de ketiye rojeva siyasetê û wiha dewam kir:
Bi rastî ev demeke pir dirêj di rojeva me de ye. Heta ez dikarim bibêjim ku ji roja ku me partiya xwe damezrand, me hewl da ku dem bi dem em vê daxwaziya xwe bînin rojeva Tirkiyê. Destûra bingehîn a cûntaya 1982an ku berhema derbeya leşkerî ya 1980yî ye, zêdeyî 40 sal in di meriyetê de ye. Ev şerma desthilatdariya siyasî ye. 20 caran hatiye guhertin. Du sê parên madeyên wê hatine guhertin, lê ev makezagon hîn jî makezagoneke cûntaya leşkerî ye. Dema ji holê rakirina vê destûrê hatiye. Saziyên siyasî û partiyên siyasî deyndarê vî gelî ne, divê vî deynî bidin. Ev parlamento dikare û divê makezagoneke nû çêbike.
Yapicioglu destnîşan kir ku yek ji mijarên ku divê di makezagona nû de cih bigire, pêwîstiya çêkirina butçeyeke hevseng e û wiha got: “Xercekirina pereyên di berîka welatiyan de, piraniya bacên ku ji welatiyan tê standin. lêçûnên faîzê bên rawestandin. Ji bo vê jî em pêşniyar dikin ku xaleke wiha di makeqanûnê de cih bigire. Em vê pêşniyarê careke din dubare dikin, “