Wezîrê Derve yê Îtalya ragihand ku ew alîkarî û piştevaniya Ewropa bo Herêma Kurdistanê ne tenê girêdayî şerê li dijî DAIŞê, lê belê Herêma Kurdistanê li navçeyê xwedî pêgeh û roleke mezin e, lewma gerek Ewropa dostê wê be.Eva cara duyem ke ku li ser vexwendineke fermî şandeke PDKê di Foruma Siyaseta Derve ya Almanya li Berlîn beşdar dibe. Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî nûneratiya PDKê dike. Rewşa xerab û aloziya ku li hemû welatên cîhanê heye, rojeva wê forumê ye.Îro panêla yekem a forumê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Îtalya û Wezîrê Derve yê Almanya birêve çû. Di wê panêlê de behsa şerê li dijî terorê û pirsgirêkên Sûriye, Iraq û Lîbya hat kirin.Di çarçoveya wê forumê de, Hêmin Hewramî çendîn hevdîtin ligel şandên beşdar de kir. Nûnerê PDKê ligel Wezîrê Derve yê Îtalya rûnişt û silavên Serok Barzanî û serkirdatiya Kurdistanê gihand Wezîrê Îtalya û spasiya welatê wî kir li ser alîkarî û piştevaniya wê bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalya silêvên xwe yên taybet bo Serok Barzanî û serkirdatiya Kurdistanê şand û tekez kir ku Îtalya dê berdewam be li ser alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê û şanaziyê jî bi wê yekê dikin.Herwiha wezîrê Îtalya ragihand: “Ev alîkarî û piştevaniya ku em pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin, netenê girêdayî şerê DAIŞê, lê belê Herêma Kurdistanê li navçeyê xwedî pêgeh û roleke mezin e, lewma gerek em dostê wê bin.”
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025