Divê diparlementoya Iraqê de fraksiyona Kurdistanê bê avakirin
Seroka fraksiyona PDKê li parlementoya Iraqê daxwazekî bilez wek peyamekî belav kir û ragehand, di vê demê de fraksiyonên Kurdistanê di çarçoveya yek gotara Kurdistanî de tevgera wan armanca herî bihêz e.
Seroka fraksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji basnewsê re got: ‘’Giringe hemû kutleyên Kurdistanî li Bexdayê bi yek helwêstê tevgerin û em daxwaz dikin di demekî herî zû de hevpeymaniya Kurdistanî ava bibe. Çawa sunne parêzgariyê li mafê xwe dikin û şîe jî bi heman awayî ne. Divê partiyên Kurdistanî jî li gel yek piştevaniyê li proseya siyasî bikin. Proseya siyasî jî ew nîne ku em çep û rast li gel rêkirina hikûmet, parlamento û saziyên destûrî de bin û li dijî wan rawestin.’’
Herwaha got: ‘’Em nav parlamentoya Iraqê ji bo xatirê berjewendiyên Kurdistanê divê bi yek deng û yek fraksiyon bin. Di demekî herî zû de bi yek armanc û yek helwêstî ve bo parastina berjewendiyên Kurdistanî ragehînin.’’
Viyan Sebrî got: ‘’Vê derbarê de amadekarî hatiye kirin ku froksiyona Kurdistanî ava bibe, ji ber nabe her partiyek li ser awazekî bixwîne.’’