Divê cîhan zêdetir alîkariya koçberan bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li Hewlêrê, pêşwazî li Handerîk van Devêlda sefîrê Belçîkayê li Urdinê ku di heman demê de ew sefîrê welatê xwe bo Îraqê jî ye lê li Urdinê karûbarên xwe birêve dibe, kir.Sefîrê Belçîkayê ew serkeftinên mezin yên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de bi dest xistine, bi taybetî rizgarkirina Şingalê û, herwesa, xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê alîkarîkirina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan de bilind nirxandin.Şandeya mêvan behsa bûyerên vê dawiyê yên Fransa û Belçîkayê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, pêwîste hemû alî zêdetir hevkarî û hevahengiyê bi hev re bikin daku rêgirî li wê yekê bê giritin ku kiryarên terorîstî yên wisa careke din neqewimin û hemû bi hev re ji bona binbirkirina terorê li deverê û sertaserî cîhanê bixebitin.Sefîrê Belçîkayê got ku ew dê di çarçoveya serdana xwe de serdana kampên koçber û penaberan jî bike daku ji nêzîk haydarî rewşa jiyana wan û pêdawîstiyên wan bibe û bi rêya UNICEF hevakriya wan bike .Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Belçîkayê bo herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser giringiya heypeymanî û hevahengiya di navbera hemû aliyan de ji bona binbirkirina metirsiya terorê li sertaserî cîhanê kir.Pirsa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê, kirîza êkonomî û xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û hemû cîhanê bi taybetî Belçîkayê hin mijarên din yên hevdîtinê bûn.