Polîtîk
Divê bloka kurdistanî berdewam bike…
Jixwe ev yekîtiya(bloka) Kurdistanî, ne jibo carek, ne jî jibo ku hinek tewşo-mewşo dibêjin qaşo jibo “pazariya wekîliyé” yan “xweperestî û berjewendiyên şexsî” nehatiye danîn û avakirin.Ev yekîtî(blok) jibo geş û xurtkirina pêwendiyên di navbera rêxistin û partiyên kurdan de hatiye avakirin.
Jibo çareserkirina pirsa kurdî, bi şêweyên demokratîk û aştîyane, bi rê û rêbazên nû pêkbîne, hatiye dest pêkirin.Vê bloka kurdistanî bi niyeta xwe ya pak û dostane destê xwe dirêj kir.Ger ev dest nehatibe girtin, ev yek kêmanî û şermezariya yên li hember in. Ne ya vê blokê ye.Ev blok di demeke ku Gelê Kurd di pêvajoyeke sext û dijwar de derbas dibe, erk û berpirsariya xwe ya dîrokî bi cî anî ye.Bi vê ferasetê ev blok û rêvebir û xemxorên wê rûsipî û serbilind in. Yên mayî galegal in û tu feyda wê jibo tekoşîna azadî û rizgariya Gelê Kurd re nîn e.Guhê xwe nedin galegalên beredayî û wexta xwe ya qedirbilind wenda nekin.Nuha dibê ev bloka Kurdistanî, bername û armancên dane pêşiya xwe, hêj berfiretir bike û li pêşiya xwe binhêre.Bi kin û kurtasî gelê xwe bê helwest(alternatîf) nehêle. Têbinî: Ji Facebook a Mihemed Eren hatiye girtin