PolîtîkRojev

Divê bi berdewamî bi rêz û hurmet qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr bînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 7emîn a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê de, peyamek belav kir û ragihand, “Jenosaydkirina Êzidiyan, tawaneke ewqas dirinde ye ku her dem di wîjdana gelê Kurdistanê û mirovatiyê de dimîne, ji ber wê pêwîst e berdewam bi rêz û hurmet qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr bînin.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Îro heftemîn salvagera êrîşa dirinde ya teroristên DAIŞê li ser xwişk û birayên Êzidî li Şingalê û derdora wê ye ku bûye sedema komkujî, revandin û koçberkirina bi hezaran kesan.

Jînosaydkirina Êzidiyan, tawaneke ewqas dirinde ye ku her dem di wîjdana gelê Kurdistanê û mirovatiyê de dimîne, ji ber wê pêwîst e bi berdewamî bi rêz û hurmet qurbaniyên vê komkujiyê bi bîr bînin. Herwiha bi pêzanîneke mezin jî qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Şingalê bi rêbertiya Serokê Mesûd Barzanî de bi bîr tînin.

Di vê bîranîna xemgîn de dubare dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi hewlên xwe yên ji bo vegerandina bi serbilindî ya xwişk û birayên Êzidî yên koçber li ser cihên wan û ligel Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî kar dikin ji bo avedankirina Şingalê û deverên din ên xwişk û birayên Êzidî.

Herwiha tekeziyê li cibicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê dikin, bo xweşkirina zemînê ji bo koçber bi awayekî serbilind vegerin ser cihên xwe û deverên wan jî werin avedankirin. Di heman demê de jî, em hewlên xwe zêde dikin ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê û hevkarên wê û aşkerekirina çarenivîsa tevaniya windayîyan.

Em rêz û hurmet serê xwe ji bo şehîd û qurbaniyên komkujiya Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Back to top button