Nivîsar

Divê bahsa rastiya bûyeran bê kirin, şirovekirinê de herkes azad e!

Eve demeke cardin bûyera şehidkirina serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye Seid Elçî û hevalê wî Mihemedê Begê bi hinek minasebeta tê rojevê. Herweha gelek kesan di derbarê bûyera Seid Elçî de dîtinên xwe gotine bi awayekî ev pirs nirxandine.

Gelek cara dema dîrok berûvacî dibe û rastiya bûyerên dîrokî bi awayekî tê veşartin, tu çareserî peyda nabe. Yek çareserî heye mirov wek bûyî behsa pirsgirêka rûdayî dike û bi awayekî erênî hewldide rastiya bûyî binirxîne. Lê mixabin car cara mirov dibîne ku hinek kes bi zanebûn yan jî ne zanebûn birînekî dixwerînin û rastiya heyî li gora îdeolojiya xwe dinirxînin. Mirov dikare bêje belkî bi awayekî xwe tetmîn dikin.

Ji berî çendekî Osman Aydin bi minasebeta damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiye, Partiya Dr. Şivan û hevalên wî, nivîsek nivîsand. Li gora dîtina xwe ew bûyer nirxandiye. Lê tuzek ji rastiyê dûr ketiye û bi xeyalî behsa vê bûyerê kiriye. Dema di hinek nirxandin yan jî şiroveyan de neheqiyek li Seid Elçî bê kirin,em mecbûrin behsa rastiya bûyî bikin û gerek ewên şiroveyên klasik û hinek dîtinên dizaynkirî datînin hole, dive bizanibin ew kesên di rêbaza Seîd Elçî de siyasetê dikin bi awayekî diîşînin.

Osman Aydin bi awayek şêlo behsa hinek tişta dike û dibêje: “ Di çerçoveya vê projeya tûnekirinê de,biryara tesvîyekirina baskê qewmî di nava PDKTê de, ya ku Seid Elçî serokatiya wê dikira jî hebû. Ev jî hate kirin û Seid Elçî bi vî awayî tevlî karwanê şehîda bû.“

Ji berî her tiştekî gerek Osman Aydin bizanibe çewe ku wek ew dide xûyakirin dibêje: 50 sal bûrine lê hêja siyaseta vê partiyê di rojevê de ye û bi bi rêzgirtinekî tê bîranîn. Ev tiştekî bi qedir bilind e.( behsa partiya Dr. Çivan dike) heman tişt ji bo Seîd Elçî û ew kesên li ser rêbaza wî rêve diçin  jî derbas dibe. Heta ku ji bo destkeftina mafên kurda yên netewî tekoşîn hebe, dê xelkek li ser rêbaza Seid Elçî bi bîrû baweriyek netewî û wek ew dibêjin bi serbilindiyek qewmî dê siyasetê bikin.

Ji aliyek din, di vê bûyerê de Dr. Şivan û hevalên xwe PDKT parçe kirine, û Partiya xwe ava kirine. Ne partiyek nû, lê bi parçebûna PDKTê partiya xwe ava kirine. Ji bo vê yekê avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê Li Tirkiye pirsek navxweyî ya PDKTê ye û  Seid Elçî û hevalên wî wek astengek di vê rêyê de hatiye dîtinû ji holê rakirine. Ev pirsek dine û bi awayên cuda tê nirxandin. Lê Teswiyekirina Seîd Elçî û hevalên wî bi awayek dawî li jiyana wan bînin, karek xirabe û tu kes nikare vê yekê biparêze yan jî wek karek baş bide nîşandin. Dr. Şivan û hevalên xwe biryara înfaza Seid Elçî îmze kirine. Bi belge ev yek hatiye ispat kirin û ew kesên ku kuştina Seid Elçî kirîn biryar û îmze kirîn qatilê Seid Elçîne. Tu terifek din ya vê pirsê tuneye.

Eger rastî herkesê ku bûyera rûdayî wek komployek navnetewî didin xûyakirin û xwe li ser rêbaza Dr. Şivan dihesîbînin , bila kerem bikin berpirsên PDKê yên wî demî dijîn herin li gora xwe vê pirsê zelal bikin.  Ji bo me  pirs zelal e, yek qatile û yek jî meqtûle.

Ev bûyer di heman demî de  gelek mixabin bû serkaniya teswiyekirina baweriyên cuda di nava partiyekî de bi rêyên dawî anîna jiyana kesan.

Ji bo vê yekê em hemû gerek vê bûyera diltezîn û ne xweş bi awayek akilane binirxînin û cardin bi nirxandinên ne rast nebin sedemê ne xweşiyên din. Gerek baş bê zanin di vê bûyerê de dereca ewil yê mexdûr Seid Elçî û hevalên wî ne.

Nabe her dema bê bîra hinek kesan bi awayek bê mesuliyet behsa vê pirsgirêkê bikin û zawiya xwe re vê bûyerê binirxînin.

Ez behsa awayê rûdana bûyerê nakim çewe bûye, yan jî di bûyerê de çi merhele derbas bûne. Lê ewin ku di nava vê bûyerê de bûn dive wijdana xwe xira nekin û çewe bûyî rastiya wê bêjin û dê hinge reş û sipî ji hev cuda bibe û bila tu kes hewlnedê ku heja vê yekê bike babetek ji bo di rojevê de bi awayekî behsa wan bê kirin.

Min bi xwe heta niha bi nave xwe di vê derbarê de tu nivîs nenivîsîne, bê guman di civatên me yên siyasî de û yên rêxistinî de me behsa vê pirsê kiriye û helwesta me gelek zelale. Lê tu cara me nekiriye pirsek ku îro hinek alî ji bo heman sedemê dijberiya hev bikin.

Herweha ji bo zanebûn di dema PDKI(qiyada Miweqet) de, PDKT(KUK) ev pirs û sedemên bûyerê ji wan kiriye. Ewan jî bi nivîskî bersiva pirsa hatî kirin dayine. Yanî di bawerya min de her kes yan jî aliyê xwe li ser rêbaza Seid Elçî dibîne û di pêvajoya PDKT(KUK)ê de cih girtî, di vê pirsê de zelalin û zanin çi bûye û vê nakin sedemek ku nakoki li ser bêne avakirin.

Gerek herkesê ku dema behsa vê bûyerê bike bila rastiyêheyî bêje, ne ku rastiya ew dizanê bi teoriyên ideolojik bîne hole û bike sedemên nakokiyan.

13.7.2021

Dara Bilek

Back to top button