Divê artêş bê guhertin
Komisyona Derbeyên Leşkerî îro raporeka xwe eşkere kir û tê de daxwaz kiriye ku gelek deskeftiyên Artişê werin guhertin.
Hin ji wan xalan ev in ku bêne guhertin:
1- Xizmeta Hidur a bi nimreya 35 derhar bê rakirin.
2- Ew fîşkirinên di dema derbeyên leşkerî de ku çêbûne, bêtin tunekirin.
3- Di Komisyona Nijadî ya Êminatiyê de (MGK) gotina ”Xetera Hindurû” ji nû ve bête biknavkirin.
4- Bi xûta ku derbeyên leşkerî gehane dawiyê, di mufredatên Yekîtiya Miletan de guhertin bête kirin.
5- Sererkantiya Giştî bi Wezareta Bergîriyê ve bête girêdan.
6- (OYAK) Saziya Alîkariya Artişê bi awayekî hiqûqî ji Artişê bête qetandin.
7- Di Zagona Bingehîn de bermahiyên weasayeta Leşkerî bêtin paqijkirin.
8- Dadgehên Îdarî yên Leşkerî û Yargitaya Leşkerî bêtin rakirin.
9- Komisyonek ji bo mexdûrên derbeyên leşkerî bête amadekirin.
10- Eger JITEM û Kontirgerîla hebin, têkiliyên wan bêtin werbêjkirin.
Hêjayê gotinê ye ku vê komisyona di derbarê înqilabên leşkerî û weseyeta leçkerî li Tirkiye guh daye gelek siyasetmedar, serokwezîr û bepirsiyarên berê yên ku dewlet rêve dibiran.