Dîroka xebat û tekoşîna xwe ji bona kursîyekê naşewitîne
Pirsa herî gerim di rojeva başûrê Kurdistanê tê gotûbêjkirin û li ser tê axaftin û nivîsandin pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê ye.
Di gelek gotûbêj û nivîsan de ev pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê li gor berjewendiyên bertengên partîtî û berjwendiyên kesatî, dûr ji berjewendiyên balayên neteweyî tênirxandin. Hema bêje piraniya kesatî, rewşenbîr û berpirs û aliyên siyasî yên ku bi çavê berjewendiyên balayên neteweyî li vê pirsê dinêrin di wê baweiyê de ne ku, di rewşek weke rewşa îro herêma Kurdisdtanê tê de derbas dibe pêwîstî bi serokek weke Mesûd Barzanî heye û divê Barzanî li ser posta xwe bimîne.
Her li ser vê pirsê duhî seroaktiya parlamentoya Kurdistanê; Yusif Mihemed serok û Cafer Îbrahîm cîgirê serok û Qadir fexredîn sekreterê parlamentoyê serdana Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê kirin û ev pirs di civînekê gotûbêj kir.
Li gor çavkniyeke haydar ji civînê ji Rojevakurd re got ku, serok Mesûd Barzanî ji şandeya serokatiya parlametoya Kurdistanê re gotiye: Ez hemû dîroka xebat û tekoşîna xwe ji bona kursî û posteya serokatiyê naşewitînim, hûn weke parlamentoya Kurdistanê bi rêyên qanûnî vê pirsê çareser bikin û her biryareke li gor qanûnê be ez jê re amade me. Milê min li ber qanûnê ji mû ziravtire. Min ev kursî zeft nekiriye û yekrêziya gelê Kurdistanê di vê rewşa hesas de ji hemû pile û postan giringtire.
Weke tê zanîn di meha tebaxa îsal de dema seroaktiya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bidawî tê.