Bi minaseeta hatina ser sala nû û jibo rêzgirtin ji rol û xebatên diblomatkarên û nûnerên biyanî û ajansên navdewletî yên NY yên li herêma Kurdistanê, fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê şahiyeke pêşwaziyê saz kir.

Di şahiyê de konsulus û nunerên welatên bîyanî, berpirsên rêkxistinên nêvdewletî,  navend û senterên çand û kilturî li herêma Kurdistan, hejmareke wezîrên hikumeta kurdistanê  û waliyê  Hewlêrê amade bûn.

 Di şahiya pêşwaziya sersala nû de,  Felah Mistefa berpirsê peywendîyênd derve peyek pêşkeşê kir û wî di peyva xwe de hatina cejna jidaykbûna hezretê Mesîh û ser sala nû ji amadebûyan pîroz kir û got: 

Cejna jidayîkbûna Mesîh û sersala nû li hemû amadebûyan dikim. Bi vî minasebetê, ji ber hevkalî û alîkariyên wan yên berdewam ji bo pêşxistin û guhertina herêma Kurdistanê, sipsiya hemû dostên xwe yên di civaka navdewletî de dikim.

Amadebuna me div ê rojê de nîşana bawerya herêma Kurdistanê ye bi dostanîya hevbeş digel civaka navnetewî jibo dabînkirina ayîndeyeke geştir bo gelê me. 

Di dawî ya peva xwe de Felah Mistefa carek din binavê xwe û hikumeta herêma Kurdistanê dubare spasîya beşdaran kir û ev bîranîn jî û hatina ser sala nu li tev alîyan pîroz kir. 

Li dawîyê jî çendîn sitran û parçe muzîka kurdî û bîyanî hatin pêş kêş kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: