Dilpaqijî û dilsafiya xelkê dibe sedemê bindestiya xelkê
Dilpaqijî û dilsafiya neteweyan, hertim dibe sedemê bindestî û belengaziya wan.
Bêguman mirov hemû wek xwezayî, dilsaf û dilpaqij derketine jiyanê. Pişte hinek ji wan, her di wê rewşa xwe de mane û bi sedê salan di binê desthelatiya hin neteweyên din re dijîn. Hinek milet jî sînûrê safîtî û dilpajiyê derbas kirine û bi xwe wan desthelatiya xwe avakirine û jiyaneke xweştir û aramtir ji neteweyê xwe re afirandine.
Miletên ku di dilpaqijî û dilsafiya xwe de mane, di navê de gelek birr û rêxxistinên xasûk û lewlebaz derketine holê weke birrên siyasetan, şêxantî, axatî, mîrektî, keşe û pirtiktî, pîr û feqîrtî, bi taybetî jî saziyên bi navên olî wisa cûda cuda bi navên din berdewam dibin û her yek xwe ji ya din rasttir û rewatir nîşan dide.
Ew birr û sazî û dezgeh hertim bi miletê xwe û bi wan miletan didin bawerkirin û dibêjin ku dinya beredayî ye, wê ev dinya birûxe, li dinyaya din ji xwe re cih amade bikin û gelek gotinên wisa yên dî her roj dibêjin. Bi taybetî jî di mesela olî de horî û periyên behiştê ji bo zilaman amade dikin. Jixwe di civatên dilpaqij û dilsaf de, xasma jî ger rewşa aborî ya wan civatan ger ne tekûz be, piraniya zilaman dibin miriyê serzik û binzika xwe.
Ger serokatiya siyasetê çi bêje wan civatan, peyrewên wê bawer dikin ku ji sedî sed rast e.
Ger şêx çi bêje, mirîd ji sedî sed bawer dikin.
Ger beg, axa û wekî din çi bibêjin, peyrewên wan rast dizanin. Bi sedan mînak hene ku em tev pê dizanin.
Demekê ez li Çenekelehê leşkerê dewletê bûm, her sibe em derxistin derva û çend deqe bi me ”rabest” û ”kemerbest” didane kirin. Rojekê me dît ku keçek li şaşeşîna mala xwe rûniştiye û temaşe li leşkerî dike. Serbazê me jî, da xwe li pêşber wê keçê mezin bide nîşandan, belkî sed carî em li erdê pîj dikirin û radikirin ser nigan.
Carekê jî ez li kalekî Boşnaq rast hatim û rojev bû behsa siyasetê. Wî got: ”Dewlet tu carî derew nakin û di ragîhandinê de rastî dibêje.
Dîsa gelek kes dizanin ku serokê tevgereke welatekî ya binerd, jina hevalekî xwe jê stendiye û li xwe mar kiriye.
Şêxek jî li Kurdistanê dil ketiye jina mirîdekî xwe, mirîd jina xwe berdaye û şêx li xwe mehr kiriye.
Li medyayê pir car hatiye bihîztin ku hin jin gotine, eger serokê wan ê siyasî bixwaze, ew dê mala xwe têkbidin û bibin jina serokê xwe.
Erê, ji bo rêzmendiyê çendî ku em dibêjin dilpaqijî û dilsafiya xelkê, lê di rastiyê de nezanîn û lipaşmayîna xelkê ye.
Ji bo berterefkirina dek û dolabên birr û rêxistinên wisa, dermanê herî tîndar, xwendin û zanîn e.
Divê xelk ne bi gotinan, ne bi şaşik û cubeyan, ne bi gopal û rihdirêjan, lê bi zanist û zanistmediyê tevbigere. Yanena, wê ev rewşa kambax bi sedê salan berdewam bike.
Zeynelabidin Zinar
11/ 05/ 2020