Polîtîk

Diktatorek biçe û yekê din bê cîyê wî nabe

Nêçîvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Şerqulewsat ku, bi zimanê erebî ji Londonê weşana xwe dike, çend pirsên giring û aktuel di rojeva Îraq, Kurdistan û herêmî de zelal dike û dibêje ku, piştî jinavçûna rijêma diktorî li Bexdayê kurdan bi xwesteka xwe hilbijart ku di çarçoveya Îraqê de bimînin:

      Em ne ereb in, em kurd in.  Kultur, ziman û dîroka me ji ya ereban cudaye, em neteweya kurd in.  Me bi xwesteka xwe hilbijart ku em di çarçoveya Îraqê de bimîn in. Bi dîtina me û li gor destûrê di berjewendiya kurdan de ye di çarçoveya Îraqê de bimîn in û ev  siyaseta me eşkere ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê û serokatiya siyasiya Kurdistanê jî baweî bi vê siyasetê heye û pê pabend e. Ez bawer nakim ku, Malikî me ber bi serxwebûnê ve teşwîq dike, eger tevgerên Malikî ji bo me paldan be bo serxwebûnê, lê tevgerên wî yên li hember Sineyan çewa wesif bikîn?

      Pêş sala 2003ê em serbixwe bûn, lê piştî jinavçûna rijêma Bexdayê, li ser xwesteka xwe li gor pirensîpên karê hevbeş û li gor destûra Îraqê ku 80% xelkê Îraqê deng jê re daye em bo Bexdayê vegaryan. Ya ku ji destê me hatî me bo parastina yekparçeyîya Îraqê kir, me Îraqa nû ava kir û em di nav pirosesê da bûn û em tu wextî li dervey pêvajoyê nebûn û nîn in.

Li dor pirsa madeya 140ê ku hindek aliyên îraqî wê îdayayê dikin ku dema madeya 140ê bidawî hatiye ew made madeyek mirî ye, serokwezîrê Kurdistanê di bersivê de dibêje:

      Madeya 140ê madeyeke destûrî ye û em hemû vê yekê baş dizanin. Em di wê baweriyê de ne ku, pirsgirêkeke heye û ew pirsgirêk bi lojîka (bihêz û bêhêz) çareser nabe. Çênabe aliyek wisa hizir bike ku, ew bihêze û aliyê din bêhêz e. Divê ew pirsgirêk bi lihevtêgehiştin û bi nermî bê çareser kirin û bo vê yekê jî berpirsiyarî li ser serokwezîrê Îraqê ye. Serokwezîrê Îraqê çaverê çi dike ku, çareser bike? Gelo ew li bendê ye bi rêya leşkerî êrîşî Kurdistanê bike û wê dagîr bike? Sedam bi hêz bû û nekarî vê yekê bike. Ji ber vê yekê bi tenê yek rêya çareseriyê heye, ew jî rêya danûstandin û çespandina edaletê ye.

Li dor kirîza vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de serîhildaye, Barzanê dibêje:

       Mixabin, serhildana wê kirîzê ji sedemê hizirkirina Bexdayê ye, siyaseta serokwezîr û berpirsên li Bexdayê, siyaseta lihevtêgehitê nîne, lê siyaseta pawankirin û xweferizkirinê ye, ev yek jî ji aliyê me ve nayê qebûl kirin û ew ne destûrî ye jî.

      Bexda wisa miamileyê bi me re dike wek ku, em wîlayetek ser bi hikûmeta federal bin. Ev pirs pirsek destûrî ye û em dixwazin li gor destûrê miamile bi me re bê kirin. Li ser Bexdayê pêwîaste li gor pirensîpên federalî tevbigere, çênabe Bexda li gor pirensîpên merkeziyeta bihêz ku, hemû tişt xistnine bin destê xwe tevbigere. Em dixwazin vê hizirkirinê  li Bexdayê heye biguherin.

       Me li ser wê yekê lihevnekiriye ku, diktatorek biçe û yekê din bê cîyê wî bigire.

Li dor siyaseta neftê jî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya Şerqulewsat de dibêje:

       Baweriya me eve ku, neft milkê hemû gelê Îraqê ye. Heta nuha  herêma Kurdistanê 76 milyon bermîlên neftê bo derve hinartine û pereyê wê ji xizîneya Îraqê ya hikûmeta fedreal re çûye.

Back to top button