Dihok xwe ji bo serkeftina li ser Koronayê amade dike
Pêşniyazên Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Parêzgeha Dihokê ya ji bo encamdana rêwresmeke taybet ji bo serkeftina li ser Koronayê da (Qonaxa yekê paqijbûna Dihokê ji Koronayê).
Dema ancamdanê roja çarşem 22/04 ku hevdeme li gel salvegera Rojnamegeriya Kurdî, dem: 10:00 şev
• Çawaniya rêvebirina rêwresman:
1- Vemirandina kehreba niştimanî û ya jeneratoran heta 5 xulekan li seranserê parêzgeha Dihokê
2- Daxwazkirina ji xelkê ku li ser banên xwe ronahiyekê hilbikin weku şemalk û xetîre û ronahiyên mobilan yan her ronahiyekê da seqayekê ciwan bide.
3- Hilkirina hejmareke balonan û berdana wan ber bi asmanê ku ev balon bi hejmareke destnîşankirî bêne belavkirin li ser taxên Dihokê.
4- Hildana dengên Zengilê (naqusa Dêran û Kibarêli Mizgeftan)
5- Hilkirina agir li serê çiyayê Zava û Kêliya Şedayê ji aliyê werzîşvanan ve
6- Yariyên Agirî wê bêne avêtin ji çiyayê Zava.
7- Hilkirina xetîreyên agir li parka Newroz weku nîşana serkeftinê yan li xetîra parka Panorama ji aliyê erkdarên destnîşankirî bin ku qelebalixî çêbe.
8- Berhevkirina straneka taybet bi spaskirina kesên li rûbirûbûna şewba Korona de westiyayîn û kedeke zêde dayîn.
9- Trumbêlên hatin û çûnê û polîsan wî demî li nav taxên Dihokî bigerin û muzîkek ku derbirîna ji Dihokê bike li ser bilindgoyên trumbêlê kar pêbikin.
10 – Dirustkirina çendîn Fleksên ku li Navenda Dihokê bêne belavkirin û derbirînê ji spasîkirina kesên kedkarên Korona bike.
11- Bi rêya Korek Telecom wê rojê bi nameyekê wê daxwaz ji xelkê bê kirin ku beşdar bin û tekst jî wê eve be (Welatiyê xweşdivî: Ev şeve demjimêr 10 beşdarbe bi spaskirina Hêzên Navxweyî û Pêşmerge û Karmedên Tendirustiyê bi hilkirina her cure ronahiyekê û çepik û destqutanê li ser banên malên xwe).
12- Spot vîdeo wê bêne dirustkirin û belavkirin li tora civakî û medyayê ji bo spaskirina hêzên Navxweyî û Pêşmerge û Karmedên Tendirustiyê.
13- Reklam wê bête dirustkirin ji bo beşdarîkirina xelkê.
14- Ev çende bi hemahengî li gel Rêveberiya Polîsan û Hatin û Çûnê bi Firokeyan wê bête wênekirin. Di gel kesên şareza li warê wênekirinê da bi kamerayên baş dîsa li çend cihên destnîşankirî Flaicam bêne bikaranîn ji bo wênekirina rêwresman bo ku vîdeoyeka baş ji vê rêwresmê bê dirustkirin û paşê li tv û torên civakî de bê belavkirin.