Polîtîk
Dihok ji bo serxwebûnê xwepêşandanê dike
Îro 09.03.2014 xelkê bajarê Dihokê bi hemû çînan ve, Endam Parlemanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û rêveberên dezgehên mîrî û Pêşmergeyên kevin û xwendekar bi cilên Kurdî xwepêşandaneke berfireh li ber dergehê Civata Parêzgeha Dihokê encam dan.
Xwepêşanderan bi dirûşmên Ne ji bo Diktatoriyetê belê ji bo Serxwebûnê, helwesta hikûmeta Malikî şermezakirin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin êdî di gel Hikûmeta Bexda danustandinan nekin.