Li gor zanyariyên rojnameya Die Welt ya Almanî, Erdogan ji bo ku desthilata xwe ya li tirkiyê bihêztir bike daxwazê ji fermandeyên leşkerî kiriye ku keştiya Yunanîstanê niqûmî avê bikin û zêdetir aloziyan çêbikin.
Li gor zanyariyên leşkerî ku gihîştine destê rojnameya Die Welt, ev daxwaza Erdogan ji aliyê fermandeyên wî ve nehatiye pejirandin û razî nebûne, paşê Erdogan jî daxwaz kiriye ku êrîşî firokeyeke Yunanîstanê bikin û lê belê fermandeyên leşkerî bi vê yekê jî razî nebûne û van pêşniyarên Erdogan nepejirandine.
Rojnama dide zanîn ku Erdogan dixwaze li siyaseta derve û navxweya tirkiyê de hêza xwe nîşan bide û ji bo vê yekê jî derfetek digere ku aloziyeke mezin çêbike.