Diçin Silêmaniyê
Piştî daxwaziya Ocalan di nav PKKê de prosesa destjêberdana çek tê gotubêj kirin.
Ji dema heyata BDPê ji Îmralî vegeriyayî heta niha li Qendîlê desteya serokatiya PKKê di civîna dike û vê pêvajoyê di nav xwe de dinirxîne.
Sibehî heyeta BDPê name û peyamên Ocalan dighîne Qendîlê. Ji bo vê jî hevserokên BDPê Selahattin Demirtaş û Gulten Kişinak sibehî li gel du parlementerên BDPê diçin Silimaniya daku hevdîtinan li gel serkirdeyatiya PKKê bikin û helwesta wan di derbarê daxwaziyên Ocalan de bizanibin.
Ji aliyê hukumetê ve Erdogan rojane li ser vê pêvajoyê daxuyaniyan dide û armanca vê pêvajoyê dide kifşkirin.
Di nav PKKê de ji bilî helwesta Ocalan, helwesta aliyên din nayê zanîn. Tênê dibêjin ku “ Ocalan Îradana me ye“ û “ Em li dû gotinên Ocalan diçin“
Ji bo vê jî di van çend rojan de wê bixweyê ka gelo aliyên PKKê heta çi radeyê li dû gotinên Ocalan herin.