Civak
Diçe Bexdayê
Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li gel heyetekî serdana Bexdayê dike.
Piştî serdana wezîrê petrolê yê Irakê li Hewlêr, di navbera Bexda û Hewlêrde nermiyek peyda bibû. Niha jî serokwezîrê Kurdistanê ji bo gotubêjkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê dike. Di vê serdanê de pirsgirêk heta çi radeyê têne çareserkirin nayê zanîn. Ev yek helwesta Bexdayê ve girêdaye. Lê Kurd dizanin çi dixwazin û ji daxwaziyên xwe tavîzê nadin.
Herweha di qada navnetewî de nabê ku kurd bibin aliyên ku diyalogê naxwazin. Ji bo vê yekê her hevdîtin û goyubêj behtir rastiya Bexdayê zelal dike.