CîhanPolîtîk

Dibe ku sala 2016 sala serxwebûna Kurdistanê be

Nûçeyên li ser ragehandina dewleta Kurdî îsal, tenê li Herêma Kurdistanê na di heman demê de li hemû cîhanê de tê gotûbêj kirin.Di vê çarçovê de malpera Aljazeera di beşa xwe ya ingilîzî de raportek weşandiye û raporta ji aliyê Michael Piizi we hatiye amadekirinde, amaje bi vê dike ku; Di meha xizîrana 2014ê de gelek tişt li Iraqê hat gohertin. Rêxistina tûndrew ya DAIŞ ê karî gelek navçeyên sinorê Iraqê bi dest bixe û kontrol bike. Ya herî berçav Mûsilê ye. Rêberên Kurd ên siyasî Hêzên Pêşmerge derbazî Kerkûkê kirin û navçeyên din ê Kurdistanê ku dervey îdareya Herêma Kurdistanê de bûn kirin armanca cîhê aramî û ewleyî têde bê bi hêz kirin.Herwaha di raporê de tê gotin ku 100 sal li ser peymana Sykes-Picot re derbas buye û rêberên siyasî yên Kurdistanê dixwazin sala 2016ê bikin sala dawî bi vê xiyaneta dîrokî ku li hember Kurdan hatî kirin û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê ragehînin.Herwaha ew rojnamewane di raporta xwe de diyar dike: “Rast e rêya geheştina serxwebûnê bi pirsgirêke, lê rêberên siyasî yên Kurdistanê di vê baweriyê dene ku dema herî guncaw nahaye û Pêgehiştina Kurd bihêze û rewş ji bo ragehandina dewleta Kurdî di dema xwe de ye.”Di berdewama raporê de tê destnîşan kirin ku piştî êrîşên DAIŞê berpirsên Amerîkayê geheştin vê baweriyê ku sistema federalî li Îraqê şikest xwariye û ev xale jî, ji aliyê Kurdan de çend sale tê bi lêvkirin.Herwaha tê gotin di vê sîstemê de desthilatiya Bexdayê dikare hemû aliyen de bihêz be. Ji dahata petrolê heta ku siyaseta derve. Lê dibêje: “Siyaseta parastina yêkparebûna Iraqê ji aliyê Washingonê we, bandor li ser sexwebûna Kurdistanê çêkiriye, lê şerê DAIŞê xeletiyên Hikûmeta Îraqê nîşanî her aliyekê da. Herî zêde jî ji bo berpirsên Amerîka.”Michael Piizi diyar dike ku serkeftinên Pêşmerge li hember DAIŞê rewşek cuda avakiriye ku Kurd xwedan li hebûna xwe û dewleta serbixwe nêzîk bûne. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hezaran kîlometre çargoşe ji terorîstan paqiş kiriye. Naha Hêzên Pêşmerge aramî û ewleyî ya Kerkûk û navçeyên din ên ku dervey îdareya Herêma Kurdistanê di pareze.

Back to top button