Dibê ku opozizyon tevlî hukumetê bibe
Endamê polîtboruya Komela Îslamîya Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd di evê bareyê de bêjedaneka taybetî da PNA û ragihand: heta niha demê sazkirina pêncemîn kombûna pêncqolî nehatiye dîyarkirin û ez nikarim pêşbînî bikim ka dê kengê ew kombûn bihê sazkirin, belê ewa giring ewe ku em gengeşeyan li ser projeya PDK û YNK dikin û herwisa em bersiva wan a ji bo projeya me şirove dikin û lêkolînê li ser dikin.
Ebdulsettar Mecîd got: em nerînên xwe bi hev re yek dixin da ku em bizanin ka ew heta çend projeya me qebûl dikin. Em dê di demekî herî nêzîk de bersiva wan bidin û dê kombûnê bi wan re saz bikin.
Mecîd weha jî got: heta niha bi awayekî fermî me li ser beşdarîkirin di hukûmetê de bi hev re guft û go nekiriye. Wan di bersiva projeya me de û di evê projezisyon tevlîya ku pêşkêşî me kirine, daxwaz ji me kirine ku em hilwesta xwe di bareya beşdarîkirin di hukûmeta herêmê de rabigihînin û bêgoman em jî dê bi hev re li ser evê miarê gengeşeyan bikin.
Ebdulsettar mecîd weha jî ragihand, ku beşdarîkirina wan d i hukûmetê de peywendî bi ewê çendê ve heye, ku dê heta çend herdu alîyên PDK û YNK bi awayekî pozetîvane projeya wan a ji bo çaksazîyan werbigirin û pesend bikin û herwisa peywendî bi ewê çendê ve jî heye ku heta çend ew hukûmet hukûmeta hevpişkîyê be û destên wê vekirî bin.
Mecîd got, ku mekanîzma bi cihanîna projeyê jî ji bo wan girîngîyeka taybetî heye.
Endamê polîtboruya Komela Îslamîya Kurdistanê weha jî da xûyakirin, ku wan bi şêweyekî baş û zanistîyane vexwendin ji bo projeya PDK û YNK nekiriye û ew dê di demê xwe de guft û goyan li ser bikin û bersiva evê proeyê jî bidin.