Dibe ku Amerîka nikaribe di şerê bi Hizbullahê re alîkariya Îsraîlê bike
Li gora nûçeya Associated Press (AP ),General Brown ji Îsraîl xwest ku bifikire ka şer dê çawa bandorê li herêmê bike, û her weha bandora wê li ser hêzên Amerîkî hebe yan na!
Serokê Serfermandariya Hevbeş Charles Q. Brown hişyarî da û dibêje. dibe ku DYA nikaribe alîkariyê bide Îsraîlê li hember şerekî berfireh bi Hizbullah re bi heman awayê ku di dema êrîşa balafirên bêmirov ên Îranê de di Nîsanê de dest pê kirî dikare zêdetirbin.
Brown, generalê Hêza Esmanî ya Amerîkî jî got ku Îran “wê zêdetir meyla piştgirîya Hizbullahê bike.”
Di dema ku Komara Îslamî piştgirî dide Hamasê, General Brown got ku Tehran dê bi hêztir li pişt Hizbullah bisekine, “bi taybetî heke ew hest bikin ku Hizbullah bi giranî tê tehdîd kirin.”
Li gorî AP, wî herwiha got ku her êrîşeke leşkerî ya Îsraîlê bo ser Lubnanê dibe ku bibe sedema şerekî berfirehtir û hêzên Amerîkî bixe xeterê.
Di bûyera şer de, Brown got ku DYA dê nikaribe dema Îranê di meha Nisanê de êrîş kir heman alîkariyê pêşkêş bike. Wî her wiha got ku nehiştina rokêtên menzîl kurttir ên ku Hizbullah li ser sînorê Îsraîlê diavêje dijwar e.