PolîtîkRojev

Diakurd:Şerê li ser axa Kurdistanê derveyî îradeya gelê me tê meşandin

Diakurd bi minasebeta 1ê Îlonê daxûyaniyek belav kir.

Daxûyani:

Di roja dijî şer de gelê Kurdistanê di bin metirsiya şerê hêj girantir de ye

Li hin dewerên cîhanê Yekê Îlonê weke roja dijî şer hatiye naskirin. Di rojên wiha de erka mirovayetiyê ye bi berpirsiyaretiya xwe rabe bo rawestandina şerî li hemû cihanê. Lê mixabin hê jî çarhêla welatê me û gelê Kurdistanê di bin dagîrkerî û şerê giran de rojên dijwar derbas dikin.
Çar dewletên dagîrker, bi taybetî Tirkiye û Îran, bi gef û êrîşên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê haziriya şerên berfirehtir dikin. Tirkiye û Komara îslamî ya Îranê rêz li serweriya Herêma Kurdistana başûr nagirin, bi top û balafirên xwe yên şer êrîşên xwe li ser axa Kurdistanê didomînin. Nîviya başûrê Kurdistanê bê xwast û îradeya gelê Kurdistanê ketiye bin kontrola hêzên Êraqî û milîsên ser bi rejîma Îranê. Ji aliyê din nîvê Rojavayê Kurdistanê ji alîyê Tirkiye û cîhadîstên îslamî hatiye dagîr kirin. Mal û milkên xelkê hatine talan kirin, û bi sed hezaran Kurdistanî û gelên din koçber bûne û di bin şert û mercên gelek dijwar de dijîn. Dagîrkerên Kurdistanê di nav sinûrên xwe de jî tenê şer wek çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê dibînin.

Dewletên êrişker, bi hêzên xwe yên leşkerî û bi saya bêdengiya Komelgeha Navnetewî şerê xwe li hember xelkê sivîl û bêparêz dimeşînin. Pêwîst bû ku Neteweyên Yekgirtî (NY) êrîşên Tirkiye û Îranê bi tundî şermezar bikira, li hember wan tedbîrên huqûqî werbigirta, lê mixabin tu organên navnetewî nekariye erkên xwe yên pêwîst bicîh bîne. Lewra jî gef, êrîş û dagîrkiriya Tirkiye û Îranê bi her awayî dom dike û pawanxwaziya dagîrkerên Kurdistanê tu sinûran nas nake. Aloziyên çendîn welatên rojhilata navîn û Deryaya Navîn (Behra Spî) bi destê Tirkiye û Îranê hemû navçe ber bi şerên girantir û heta cihanî dibe.

Şerê li ser axa Kurdistanê derveyî îradeya gelê me tê meşandin. Herî zêde zarok, jin û salmezin di bin metirsiyê de ne. Gelê Kurdistanê tu car şer nexwestiye, lê herdem bûye hedefa hêzên şerxwaz.

Em bang li Komelgeha Navnetewî dikin li hemberî êrişgeriyê û şerê dijî xelkê medenî li hemû aliyên Kurdistanê bêdeng nemînin. Pêwîste hemû alî bi berpirsyariya xwe rabin bo rawestandina şer û tevliheviyê li dewerê. Em daxwaza aramî û aşitiyê û rêzgirtinê ji mafên mirovan û çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê dikin.

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)
01/09/2020


Back to top button