Diakurd:Parastina nirxên netewî erka me ye

Gelê kurd bi nirxên xwe yên netewî, bi welatê xwe Kurdistan, bi ziman, pêşmerge, şehîd û rêberên xwe, serfiraz û serbilind e. Rêberên me, şehîdên me rûmeta gelê kurd û Kurdistanê ne.
Dijminên gelê kurd, tirk,ereb û eceman teybeten vê sedsala dawiyê ji bo tunekirin,asimile kirin, ji navbirin û bê itibarkirina gelê kurd hemû mecalên xwe bikaranîne.Lê serneketîne û sernakevin jî.
Abdullah Öcalan di nama ji bo kongra partiya xwe dibêje; Kurd ne netewe ne, komên ji hev qetiyayne, zimanê kurdî zimanek bê funksiyon û kêrnehatiye. Bê edebiyek mezin dijî rêberên kurd wek Bedirxaniyan, Şêx Seid, Seyit Riza, Qazî Mehemed û Mele Mistefa Barzanî dike.
Ew rûmeta me ne, ew egîd û mêrxasên gelê me ne.
Zibilxane, goristana çandî, Judenratî hemû pîsîtî û kêrnehatin tenê li bejna kesên ku nirxên xwe yên neteweyî înkar dikin, rêz li dîroka xwe nagrin, tê.
Gelê kurd bi sedsalan e ji bo hebûna xwe, serxwebûna xwe û rûmeta xwe bedelên gelek giran dane, serê xwe ji bo dagîrker û zordestan ne çemandiye û heta roja azadî û serxwebûnê jî dê xebata xwe bimeşîne.
Her helwest û gotineke diji nirxên neteweyî, ziman û çanda kurdî, pêşeng û şehidên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Cihê xiyanetkaran jî bêşik dê zibilxana dîrokê be.
Diakurd – Konfederasyona Kurdên Diaspora