Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd, bi minasebeta 40 saliya komkujiya Barzaniyan de daxûyaniyek ragihand .
Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd, di daxûyaniya xwe de dibêje:
40 sal li ser cenosîda Barzaniyan ango bêserûşûna 8000 xort, zilam û kalên dewera Barzan derbas bû. Ew karesat beşek bû ji tawanên dijî mirovahiyê ku di dehsala 1980’an de bi ser navê Enfalê ji aliyê rejîma faşîst ya Be’s li dijî netewa Kurd hate encam dan.
Di salên bihûrî beşek ji 182000 şehîdên cenosîda Enfalê di gorên komî de hatine dîtin û bo axa pîroz a Kurdistanê hatine vegerandin, lê hêj bi hezaran malbat li benda ezîzên xwe yên windakirî ne. Malbatên wan bûne şehîdên zindî û nekarîne jiyanekî aram bikin.
Cenosîda gelê me heya îro jî dom dike. Cenosîd ne tenê komkujî ye: Asîmileya zimanî û ferhengî, têkdana sirûştê, wêrankirina gund û bajêran, koçberiya bi darê zorê, rêgirtinên li pêşketina aborî û sinaî û binpêkirina mafên bingehîn bi rengekî demdirêj û sîstematîk cenosîd e.
Em dikarin lîsta cenosîd û tawanên rejîmên Tirkiye, Îran, Êraq û Sûriye li hemberî gelê me bi nivîsarên dirêj û pirtûkan rêz bikin. Em dikarin sal li dûv salê basê êş û azarên gelê xwe bikin û xema bikişînin. Em dikarin dagîrkeran şermezar û rûreş bikin. Lê ew tenê têr nakin.
Bîranîna cenosîd û karesatên li hemberî gelê ma hatine kirin, nabe me bêhêvî bike. Pêwîste em wê êş û azarê bikin hêz bo doza xwe ya neteweyî. Ew wê rika pîroz bikin mayeyê yekrêzî û yeketiya neteweyî. Tenê rêya çaresiriye rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye.
Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd