Di vê pêvajoyê de PKK çikas zelel e..!

Pêvajoya ku, bi biryara dewletê û ragihandina serokê MHPê Devlet Bahçelî bi banga ji Abdullah Ocalan re destpêkirî berdewam e. Wek tê zanîn di destpêka pêvajoyê de heyetek a DEMê serdana Ocalan kir û bersiva Ocalan ya ji banga Banga Bahçelî re hate ragihandin. Du xal hene ku gelekî zelalin û minaqeşe li ser nayê kirin. Devlet bi rêya Bahçelî daxwaz kir ku, bila Ocalan bê parlementoyê di civîna guruba DEMê de biaxêve û beje: Em dawîyê li terorê tînin û ji dev çekan berdidin û bila PKK xwe fesih bike. Bi rêya heyeta DEMê Ocalan jî banga xwe ji raya giştî re ragihand. Heyeta Demê dema banga Ocalan ragihan got Ocalan dibêje: Bila PKK ji dev çekan berdê, bila kongreya xwe bicivînê û xwe fesih bike, nabê hedî doza dewletbûnê, otonomiyê, federaliyê û xweseriyê jî bê kirin. Tenî siyaseta demokratik pêwiste.
Bûyer û rûdan bi kurtasî eve. Piştî daxûyaniya Ocalan, di nava PKKê/DEMê û rêxistin û dezgehên PKKê ve girêdayî de gotubêjek taybet destpêkir û her aliyekî PKKê rojane daxûyaniyên nakok dan. Yanî kurtasî dixweyê beşek ji PKK di nava hemû dam û dezgehên xwe de û partiyên xwe yên legal de ji banga Ocalan ne razîne. Lê di mercên ku tevger tere derbas dibe nikarin dijitiya xwe li himber banga Ocalan bı ımanek vekıri ğ zeal bidin diyarkirin. Dê rojane di medya PKKê de hêja behsa rakirina Tecrîta Ocalan
bikin. Ji bo vê xwepêşandana li darbêxin. Gelo ev çi tecrîte ku, Ocalan li gel malbata xwe hevdîtina dike, li gel heyeta DEMê ya Îmralî dicive, li gel rayadarên dewletê civînên berfireh dike. Dema pêwîst banga ku dixwaze dike. Ji aliyek din behsa azadiya Ocalan dikin. Lê eşkere nakin dê çewe Ocalan azad bibe. Gelo Ocalan li Îmralî çewe dijî? Yanjî dê Ocalan bixwaze ji Îmralî derkeve. Îmralî her demî nayê wateya girtîgehê û zîndaniya Ocalan. Gelek wateyên cûda ya Îmralî hene.
Ji aliyek din hinek rayadarên PKKê daxûyaniya didin û dibêjin, dê emê dema operasyon hebin, çewe kongreyê xwe bicivînin? Bahçelî bersiva da û got : werin li Malazgirtê Kongreya xwe bicivînin.
Niha pirsek li vê derê heye ku, kesayetên çepên Tirk û kurd di nava PKKê û DEMê û dezgehên din ên PKKê ve girêdayî de naxwazin ev pêvajo serbikeve û PKK xwe fesih bike û dev ji çekan berdê. Ji bo vê jî di nava hewldanan de ne . Ji ber ku ew nanê xwe yê siyasî bi şerê ku PKKê dike dixwin. Pirs evqas zelal e. Ji aliyek din ve beşek mezin ji bingeha PKKê û kesên Kurd û Kurdistanî di nava PKKê û dezgehên wê de dixwazin ev pêvajo serbikeve û li gora xwe berjewendiya tevgera Kurd di vê yekê de dibinin.
Ev pêvajo serbikeve, li bakurê Kurdistanê rê li pêşîya Tevgera azadixwaza Kurd vedibe, astenga PKKê li pêşiya aliyên Kurd bi awayekî avakirî ji holê radibe. Keç û kurên kurd ji bo armancek valê û berjewendiyên dagirkere jiyana xwe ji dest nadin. Xwîna tê rijandin disekine. Ev pêvajo li ser bikeve tehrîbatên di cıvata Kurd de peydabûyin bi awayekî dê bene temîr kirin, dijberiyên destçêkirî di nava civatê de kêm dibe û ji hemûyê girîngtir civat ji rewşek awarte derdikeve û ber bi normalizekirinekî ve diçe.
Li rojavayê Kurdistanê rewşa Kurda ber bi yekrêziyekî ve diçe û kurd dê bi yek dengî bikaribin doza mafên xwe yên rewa bi pişgiriya hinek welatên cîhanî bikin. Bi kurtasî kurd dewsa şerekî li gel desthilata Sûrî ya nû bikin, dê gotubêja bikin û li rojavayê Kurdistanê Kurd ji kuştin û talankirinê xilas bibin. Ji hemû girîngtir ereb bûna herêma Kurdistanê kêmasî tê sekinandin.
Li başûrê Kurdistanê kaosa ku PKKê peyda kirî dawî lê tê. Kêmasî hêdî Îran û hukumeta Bexdayê nikarê PKKê li dijê destkeftiyên başûrê Kurdistanê bi karbîne. Ev hemû ji bo kurda û tevgera wan a siyasî destkeftine. Gelek vekirî endazyarek yê vê pêvajoya girîng û çarenûsî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniye. Taybetî hewldanên Nêçîrvan Barzanî sedemek bingehîn bû ku, li rojavayê Kurdistanî rejima nû li gel Kurda şerek çekdarî neke û helwesta xwe ber diyalogê ve veguhêze. Ji aliyek din ji bo ev pêvajo serbikeve hewlên Barzanî li gel Tirkiye û Suriye gelek vekirîne û hewladên wî hişt ku, Tirkiye ikna bibe ku tu êrîşek li himber rojavayê Kurdistanê nebe û heta operasyonên plankirî bîne sekinandin.
Di vê pêvajoyê de du alî derdikevin holê. Aliyê ku li dijî pêvajoyê û hewldidin berpûtka bidin ber gavên tên avêtin û vê pêvajoyê asteng bikin. Aliyek din jî li himber her tiştekî ji bo berjewendiyên Kurda gelemperî diserkeftina vê pêvajoyê de dibin hewldidin ev pêvajo bi awayekî serbikeve.
pêvajoyê gelekî eşkere û zelal e. Lê ya ne zelal helwesta ne xêrxwazin kurdaye.
13.04.2025
Rênîn/Şirove
N.Firat