
Rejîma dagîrker a Îranê ji kujtin û şeniqandina Kurdan têr nabe.
Li ser binpêkirina mafên mirovan yên li Kurdistana Îranê, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku di sê mehên ewil yên sala 2023an de herî kêm 48 girtiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine şeniqandin.
Di nûçeya malpera Hengaw de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku ev hejmar li gor heman heyama sala borî ji sedî 270 zêde bûye. Li gor amarên tomarkirî yên Hengawê, 3 ji wan Kurdên bidarvekirî bi tohmeta tawanên siyasî, 16 bi tohmeta kuştinê, 27 kes bi tohmeta bazirganîya madeyên hişber û 2 kes jî bi tohmeta dizîyê hatine şeniqandin.
Hengaw radigihîne ku ji ber xwepêşandanên piştî mirina Mahsa Emînî rayedarên Îranê dixwazin tola xwe ji Kurdan bigirin. Rêxistinê bi bîr xist ku di heman heyama sala borî de 13 girtîyên Kurd hatin bidarvekirin û ragihand ku 3 girtiyên Kurd yên bi navên Seyîd Muhammed Kermî, Serkawt Ehmedî, Muhyedîn Îbrahîmî li girtîgehên bajarên Kerec, Kirmaşan û Urmiyê hatine darvekirin. Li gor daxuyanîya Hengaw, 10 girtîyên Kurd li girtîgehên Kerecê, 4 girtîyên Kurd li Arakê û 2 girtîyên Kurd jî li girtîgehên Hemdan û Bandar Ebasê hatine bidarvekirin.