PolîtîkRojev

Di rojeva HDPê de pirsa Kurd tuneye!

Hevserokê HDPê Mithat Sancar li gele heyetekî serdana Navenda Giştî ya CHPê kir û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kir.Di hevdîtinê de cîgirê serokê CHPê Oguz Kaan Salici jî amade bû.

Piştî civînê di konferansek a çapemeniyê de Sancar da xûyakirin ku wan hinek pêşniyar hene ûvan pêşkêşî partiyên opozisyonê dikin.

Sancar di axavtina xwe de got:Me hinek pêşniyar ji bo hevdîtinên partiyên opozisyonê amade kirine.Em dixwazin pêşniyarên me di nava partiyên opozisyonê de bêne gotubûj kirin.Me behsa sê xalên sereke kiriye. Ya yekem, çareserkirina pirsgirêkên dadperweriyê ye ku piştî rewşa awarte derketine holê. Bi taybetî jî em hemû jî dibînin ku di mijara darizandinê de pirsgirêkên ku hene, pirsgirêkên dadperweriyê yên mezin in. Yek ji wan mînakan, bûyera Enîs Berberoglu ye. Lê bi taybetî jî piştî biryara dadgeha mafên mirovan a Ewrûpayê, mijara azadkirina Demîrtaş û hevalên me yên din jî bû xwedî girîngiyekî mezin. Me li gel birêz Kiliçdaroglu û şanda wî gotûbêj li ser biryara dadgeha mafên mirovan a Ewrûpayê ya ji bo azadkirina Demîrtaş jî kirin. Di vî warî de nêrînên me ji hev cuda nînin. Ji destpêkê ve em dibêjin ku divê ev biryar yekser bê bicîhkirin. Lê desthilata Tirkiyê dibêje ku ew biryar ji bo wan girîng nîn e û bicîh jî nake. Ev bi awayekî aşkere tê wê wateyê ku xala 90ê ya destûrê tê binpêkirin. Ji xwe berpirsên CHPê jî di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de heman tişt anîbûn ziman.

HDP ji berî niha jî li gel partiya Saadetê hevdîtinek pêkanîbû. Lê hêja ne kifşe ka gelo dê IYI Partî randevuyekî bide HDPê yan na.

Wek di daxûyaniya Sancar de jî hatî kifşkirin di rojeva HDPê de pirsa Kurd tuneye. Herweha li gel partiyên opozisyonê jî xwe nêzikî pirsa Kurd nake.

Back to top button