Cîhan

Di peymana Hamas û Îsraîlê de pirsgirêk derket!

Di peymana Hamas û Îsraîlê de ku, agirbesta demkî ya 4 rojî û hevguhertina rehîneyan de pirsgirêk derket. Biryar bû îro demjimêr di 10:00 de hevguhertina rehîneyan destpêbikira, lê li gorî daxuyaniya Serokwezîrtiya Îsraîlê, beriya Înê wê rehîn neyên berdan.

Di peymana hevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de pirsgirêk derket. Li gorî peymanê, herî kêm 50 rehînên di destê Hamasê de ne, 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de ne jî wê bên berdan. Di vê hevguhertina rehîneyan de , dê ji bo 4 rojan agirbest were ragihandin. Der barê peymana agirbestê ya ku tê plankirin îro saet 10.00’an destpê bike de ji Serokwezîrê Îsraîlê daxuyaniyeke nû hat. Serokwezaretiya İsraile got, “Rehine beriya roja înê nayên berdan.”

Îsraîl a ku bertek nîşanî Operasyona Tofana Eqsayê ya ku Hamasê di sibeha 7ê cotmehê da dabû destpêkirin, 47 roj in êrîşên xwe yên li ser Xezeyê didomîne. Di navbera Îsraîl û Hamasê de li ser agirbesteke demkî û hevguhertina rehîneyan lihevkirinek hat kirin, ku ev demeke hewl tê dayîn pirsgirêk bên çareserkirin.

Îsraîl û Hamasê li ser agirbesta demkî ya 4 rojan û pevguhertina girtiyan li hev kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen di daxuyaniya xwe ya ji bo radyoya artêşê de diyar kir ku tê çaverêkirin ku Îsraîl di çarçoveya peymanê sibeha 23ê Mijdarê de yekemîn rehîneyên li Xezeyê serbest berde. Wezîr Cohen hûrgilî neda ka dê di serî de çend kes bên berdan.

Serokê Ofîsa Têkiliyên Navneteweyî ya Hamasê Ebû Marzuk di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona El Cezîre ya Qeterê de diyar kir ku agirbesta demkî ya 4 rojan wê 23ê Mijdarê saet 10.00an dest pê bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokwezaretîya Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku kesên dîl berî Înîyê nayên berdan. Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê jî ragihand ku pêvajoya hevguhertina girtiyan ku tê çaverêkirin di çarçoveya rawestana însanî ya di şerê bi Hemasê re tê kirin, ji beriya roja Înê dest pê nake.

Back to top button