Polîtîk

Di peyameke nû de: Bi sîngek fireh pêşwaziyê li fikir û hizrên we dikim

 

Nêçîrvan Barzanî kandîdê Lîsteya Kurdistanê bo pêkanîna kabînyea heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser malpera xwe a Facebooke peyameke nû pêşkeşî kurdistaniyan dike.

Barzanî di peyama xwe de dibêje ku kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê dê kar ji bo xizmetkirina tevaya pêkhateyên xelkê Kurdistanê bike:

 –      Divê kabîneya heftem kar ji bo wan pies û mijarên giring bike yên ku, beşek in ji jiyana gelê me û dê di paşerojê jî de  bibin hokarek ji bo asodeyî,  xweşjiyanî û dilrehetiyê. Em bi baweriyek bihêz û fikrên geş bi hevahengî digel miletê xwe kar dikin.

Barzanî ji xwendevanên malpera xwe re daxwza hizirên nû û pêşniyaran adike:

Ez dê şad û kêfxweş bim eger hûn jî di vê malperê de dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe berçav bikin. Ez bi sîngek fireh pêwaziyê li hemû fikir û hizrên nû dikim. Ez dixwazim hûn jî, digel me, ji bo çewaniya karkirin û encamdana piroje û awayê pêşkeşkirina xizmetgozariyên cihê bo herêma me beşdar bin.

 

Hemû teksta peyama nû a Nêçîrvan Barzanî:

 

Kurdistaniyên birêz, hevwelatiyên xweştivî û hevalên azîz

Weke min di peyama berê jî de ji bo we yên birêz ragehandibû ku kabîneya nû dê kar ji bo xizmetkirina tevaya pêkhateyên xelkê Kurdistanê bike û dê berjewendiyên herêma Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên din re deyene.

Nuha em xwe ji bo pêkanîna kabîneya nû amade dikin. Divê kabîneya heftem kar ji bo wan pies û mijarên giring bike yên ku, beşek in ji jiyana gelê me û dê di paşerojê jî de  bibin hokarek ji bo asodeyî,  xweşjiyanî û dilrehetiyê. Em bi baweriyek bihêz û fikrên geş bi hevahengî digel miletê xwe kar dikin.

We, weke hêzeke xurt, hertim berevanî ji azadiyê û parastian keramet û xweşjiyniya gelê Kurdistanê kiriye, we qurbanî dane û îroj avakiriye. Her hûn bûn ku, we îspat kir hûn naxwazin pirosesa demokratîk, geşepêdan û aramiya herêma Kurdistanê sist bibe. Hûn em in û em jî hûn in. Cemawer û desthikt hev du timam dikin û ji yek çavkaniyê derketine û ji bo yek peşerojê dixebitin. Nemimkine ku, bîr û hizrên cuda bibine hokarê lihevketina ew strukturê ciwan yê herêma Kurdistanê şanaziyê pê dike.

Ji ber hindê ez dê şad û kêfxweş bim eger hûn jî di vê malperê de dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe berçav bikin. Ez bi sîngek fireh pêwaziyê li hemû fikir û hizrên nû dikim. Ez dixwazim hûn jî, digel me, ji bo çewaniya karkirin û encamdana piroje û awayê pêşkeşkirina xizmetgozariyên cihê bo herêma me beşdar bin.

Dibe ku ez nikarin bersiva hemû têbînî, dîtin, pêşniyar û rexneyên we bidim, lê belê ez hez dikim ji wê yekê dilrehet bin ku gelek bi hûrî hemû bîr û hizrên we dinirxînim û mifay jê wergirim, di heman demê de em jî li pey hizr û pêşniyarên nû digerhin daku, di kabîneya nû de, bi piştgirya hevwelatiyên xwe yên birêz, li ser kar bikin.

Hêvî dikim bi zelalî dîtinên xwe binêrin û hûn dikarin bi çavê rexneyê têbîniyên xwe berçav bikin. Ya giring ewe ku ev kanale dikare me hemûyan bicivîne, em hemû jî bi hev re dikarin baştirîn û zêdetirîn fêdey bigihînin herêma Kurdistanê û paşeroja gelê xwe roşen bikin.

Hûn jî her şad û serferaz bin… digel rêz û hurmetên me.

 

Rojevakurd/NH

 

Back to top button