Civak
Di nawenda Batmanê de şer sivîl hatin kuştin
Li nawenda Batmanê çêkdarên PKK-ê êrîs birin ser otomobilek ya polisan. Di nav polis û çekdarên PKK-ê de şer derket. Malbatek bi otomobila xwe man di nav şer de. Di encam de jinek û keça wê ya 5 salî jiyana xwe ji dest da. Li gora agahdariyan jin bi xwe zaro(bi hemil) bû û zaroka wê 8 mehî di zikê wê de bû. Mirê jinkê û zarok wan 8 sali jî birîndar e.
Pistî bûyerê jinek rakirin nexwesxanê. Li gora agahdariyan zaroka di zikê jinê de bi saxî hate derxistin, lê diya zarokê jiyana xwe ji dest da.
Li gora agahdariyên valiyê Batmanê dayin medyayê, polisek birîna wî girane û 3 çekdarên PKK-ê jî jiyana xwe ji dest dane.