Polîtîk

Di navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Almanyayê de rêkeftinek hat îmzekirin

Wezîrê Pêşmerge û Fermandarê Giştî yê Hêzên Almanya yê ji bo piştgiriya Wezareta Pêşmerge rêkeftinek îmze kirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê Klaus Dieter Streicher, Fermandarê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikowski û şanda pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Pêşmerge balkişand ser wê yekê ku peywendiyên stratejî yên demdirêj di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Almanyayê de berdewam in û ji bo piştevanî û alîkariyên berdewam bo Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir.

Wezîrê Pêşmerge û Fermandeyê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê rêkeftinek îmze kirin ku di warên cuda de alîkariya Wezareta Pêşmerge bikin.

Wezîrê Pêşmerge got ku ew rêkeftin wê ji bo Wezareta Pêşmerge û pêşxistina şiyanên xwe yên leşkerî bibe destkeftek pêwîst û piştgiriyek girîng.

Konsulê Giştî yê Almanyayê ragihand ku hikûmeta Almanyayê erka xwe dibîne ku piştevaniya Wezareta Pêşmerge bike û wê alîkariya proseya çaksazî, rêxistin, yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêşxistina şiyanên serbazî yên Hêzên Pêşmerge bike.

Di dawiya hevdîtinê de behsa peywendiyên pêşerojê û lêkolînên hevbeş yên her du aliyan û gelek proje û mijarên girîng hatin kirin.

Back to top button