Di navbera nenavendîkirin û federalîzmê de li Sûriyeyê
Di vê valatiyê de, mirov nikare xwe bispêre burokrasiyeke qels, ne jî navendeke ku bêyî amûrên bibandor desthilatdariyê di destê xwe de digire. Tenê rêbazeke dadperwer û realîst ji bo ji nû ve belavkirina desthilatdariyê dikare şansek bide Sûriyan ku dewletek guncaw ava bikin.
Malik El-Hafiz
Di nîqaşên Sûriyê de yên piştî hilweşîna rejîma Esed, behsa federalîzm û nenavendîbûnê bi hev ve girêdayî tê kirin, mîna ku ew peyvên hevwate bin. Federalîzm carinan wekî projeyek dabeşkirinê tê tawanbarkirin, û carinan jî nenavendîbûn wekî metaforek ji bo federalîzmê tê nirxandin. Her bangek ji bo ji nû ve sazkirina têkiliya di navbera navend û derdorê de wekî tawanbarkirina pêşîlêgir a veqetandinê tê hesibandin. Di herdu rewşan de, wisa dixuye ku pirsgirêk ne di têgehandinê bi xwe de ye, lê belê di çarçoveya siyasî ya tijî fikaran de ye, û di bîranîna Sûriyeyiyan de ye ku tenê formeke desthilatdariya navendî ya hişk nas kirine. Lê berî ku em bi nirxandinê berdewam bikin, pêwîste ku em her du têgehan ji hev veqetînin, di eslê xwe de, têkiliya wan bi xwezaya dewletê, bi desthilatdariyê û bi nasnameya neteweyî re.
Di warê pratîkî de, nenavendîkirin belavkirineke qismî ya desthilatan di nav dewletekê de ye ku, tê de serwerî yekgirtî dimîne, lê yekîneyên îdarî (şaredarî, parêzgeh, encumenên herêmî) xwedî mafê dayîna biryaran di sektorên taybetî yên wekî tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê de ne. Federalîzm sîstemek siyasî-destûrî ya tevlihevtir e ku tê de serwerî di navbera hikûmeta navendî û saziyên federal de tê dabeşkirin. Van saziyan destûr an qanûnên xwe hene, carinan jî parlamento, hêzên ewlehiyê û qaîdeyên darayî hene. Cûdahiya li vir radîkal e, ji ber ku federalîzm tê vê wateyê ku dewlet ji “yekîneyên siyasî” yên cuda lê yekgirtî pêk tê. Nenavendîkirin tenê ji nû ve dabeşkirina fonksiyonan di nav avahiya dewletek yekgirtî de ye ku xwezaya wê yasayî naguhere.
Her hewldanek li Sûriyeyê ji bo pêşniyarkirina federalîzmê beriya wê rastî redkirinê tê. Ne tenê ev fikir di hişê gelek kesan de bi projeya veqetandinê ve girêdayî ye, lê belê gotara neteweyî bi xwe jî bi dîrokî li ser navendîbûna dewletê wekî xeta yekem a parastinê li dijî her hewldanek parçekirinê hatiye avakirin. Ev yek peyva “federalîzm” di hişmendiya siyasî ya Sûriyeyê de dike peyveke giran, tewra berî ku bi hûrgilî were famkirin jî.
Pirsa îro li Sûriyeyê ne ew e ku, meriv çawa pêşî li parçebûnê bigire, lê belê ew e ku meriv çawa rastiyek ji xwe parçebûyî di nav peymanek siyasî ya zelal de organîze bike ku yekîtîya siyasî ya berdewam a welêt misoger bike û di heman demê de pirjimariya navendên biryardanê nas bike.
Di xwendina xwe ya veguherînên dewleta modern de, David Held hişyarî dide me ku navendîbûna hişk a ku di sedsala bîstan de derket holê êdî ji bo cîhanek piralî derbas nabe. Serwerî êdî nayê wateya yekdestdariya tevahî li ser biryardanê, lê belê tê wateya şiyana hevrêzkirinê di navbera astên cûda yên desthilatdariyê de, bi şertê hesabdayîn û şefafiyetê. Ev tam ew e ku li Sûriyeyê kêmasiya wê heye, û ev yek îro nenavendîbûnê dike şertek ji bo yekgirtinê.
Li gorî ezmûna Almanî, federalîzmê parçebûn çênekir, lê belê temsîliyeta siyasî û civakî di asta eyaletan de xurt kir û di dabînkirina xizmetguzarî û pêşkeftinê de şêwazek “pêşbirka adil” afirand. Li Iraqê, tevî lawaziya rewşa ewlehiyê, naskirina gelek pêkhateyan (mînakî, Kurdistana Iraqê) di nav dewleta Iraqê de, tundiya daxwazên cudaxwaz kêm kiriye. Li Lubnanê, ku qet xwe wekî dewletek federal îlan nekiriye, nebûna sîstemek bi rastî nenavendî an federal bi bandor hiştiye ku her mezheb karûbarên xwe li derveyî dewletê birêve bibe, û ev yek jî bûye sedema têkbirina têgeha hemwelatîbûna berfireh.
Hişê navendî ku her kesî ji serdema Esed mîras girtiye, hîn jî xeyala siyasî birêve dibe.
Her çend niha nenavendîkirin wekî nûjeniyek nû, an bersivek îstîsnaî ya piştî şer tê pêşkêş kirin jî, bingehên wê di dîroka Sûriyeyê de vedigerin destpêka sedsala 20an. Di sala 1922an de, di bin mandata Fransayê de, formula “Federasyona Sûriyeyê” wekî rêkeftineke îdarî hate pêşniyar kirin ku sê yekîneyan di nav xwe de digirt: Şam, Heleb û perav. Her çend çarçove kolonyal û tijî avahiyên dabeşker bû jî, ev model, her çend bi awayekî pêşîn û çewisandî be jî, îhtîmala birêvebirina dewletê bi rêya formên nenavendî yên ku marjek desthilatdariyê didin hikûmetên herêmî nîşan da. Lê tiştê girîng li vir ne modela ku ji hêla hêza dagirker ve hatiye ferzkirin e, lê belê nîqaşên ku di wê qonaxê de der barê belavkirina hêzan di navbera navend û derdorê de derketine holê ye. Ew gav, tevî lawaziya xwe, li Sûriyeyê xeyaleke siyasî der barê potansiyela rêveberiya herêmî û gelek astên desthilatdariyê de ji dayik bû. Ev xeyal paşê temam nebû, lê ew wekî îhtîmaleke paşxistî di bîranîna ezmûna Sûriyeyê de berdewam kir.
Hiqûqnasê destûrî yê Fransî Maurice Duverger bi bîr tîne ku nenavendîkirin ne metneke qanûnî ye, lê belê têkiliyek baweriyê ye di navbera dewlet û civaka herêmî de. Ev têkilî di piraniya dîroka Sûriyeyê de derneket holê, ji ber ku tirs û fikara li hember civakên herêmî ji xwesteka dayîna kontrola karûbarên wan bi xwe ji wan re xurttir bû.
Îro li Sûriyeyê ne bes e ku meriv behsa federalîzmê wekî daxuyaniyek siyasî bike, ne jî behsa yekîtîyê wekî çarenûsek pîroz bike. Tiştê pêwîst ew e ku ji nû ve fikirînek radîkal a şêweyê hikûmetê were kirin, li ser bingeha hişmendiya ji pirrengiya avahiyên civakî û çandî û hilweşîna desthilatdariya navendî ya berê bêyî derketina holê ya alternatîfek hevgirtî û rewa. Di vê valatiyê de, mirov nikare xwe bispêre burokrasiyeke qels, ne jî navendeke ku bêyî amûrên bibandor desthilatdariyê di destê xwe de digire. Tenê rêbazeke dadperwer û realîst ji bo ji nû ve belavkirina desthilatdariyê dikare şansek bide Sûriyan ku dewletek guncaw ava bikin. Têgeha “dewleteke dadmend” a Pierre Rosanvallon berî du dehsalan di çarçoveya Sûriyeyê de bi tevahî derbasdar e. Dadweriya îdarî şertek ji bo baweriya siyasî ye, û her rejîmek ku desthilatdariyê bi demê re ji nû ve belav neke, dibe amûrek ji bo kûrkirina dabeşbûnê, her çend niyeta wê nebe jî.
Daxwaza federalîzmê nayê wê wateyê ku yekîtî red dibe, û bêbaweriya bi navendê ne sûcekî siyasî ye. Hin kes federalîzmê wekî rêyek ji bo parastina nepeniya xwe dibînin, hinên din jî wê wekî rêyek ji bo bidestxistina hemwelatîbûnek hevsengtir û dadperwertir dibînin. Di her du rewşan de, divê her formuleke dadmend ji bo rêveberiyê bi rêya têgihîştin û danûstandinan were avakirin ku qebûl bike ku serwerî peymaneke civakî ya nûjenbar e, ne îmtiyazeke ku ji bo desthilatdariyeke tenê hatiye veqetandin. Çi em jê re federalîzm, nenavendîbûna berfirehkirî, an peymaneke îdarî ya nû bibêjin, bingeha nîqaşa îro li ser vê yekê ye ka gelo Sûrî amade ne ku desthilatdariyê bi awayekî dadperwer parve bikin, an jî gelo hişmendiya navendî ya ku her kesî ji serdema Esed mîras girtiye hîn jî xeyala siyasî birêve dibe.
Îro li Sûriyeyê tenê behsa federalîzmê wekî daxuyaniyek siyasî, an jî behsa yekîtîyê wekî çarenûsek pîroz têrê nake.
Di şert û mercên niha yên Sûriyeyê de, ti dezgeheke destûrî ya hilbijartî an meclîseke damezrîner tune ye ku xwedî rewateyeke tevahî be ji bo diyarkirina şêweyê sîstema nû ya hikûmetê. Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku hilbijartina di navbera federalîzm an nenavendîbûnê de divê bi rêkeftinên ji jor ber bi jêr an jî bi hevsengiyek demkî ya hêzê were biryardan. Qonaxa veguhêz pêdivî bi danîna rêyeke siyasî ya zelal ber bi peymaneke civakî ya nû ve heye, ku bi avakirina dezgeheke damezrîner bi kêmanî rewateyeke nûnerî ya nisbî dest pê dike. Ev sazî dê bi rêya pêvajoyeke şêwirmendiyê ya berfireh di navbera hêzên civaka sivîl, pêkhateyên herêmî û encumenên hilbijartî an nîv-hilbijartî, eger hebin, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî an jî saziyên ku veguhêzê garantî dikin de were avakirin. Her çend ev sazî di wateya destûrî ya kevneşopî de “bi tevahî nehatibe hilbijartin” jî, divê rewatiya xwe ji hevsengiyek realîst û lihevkirî werbigire. Erka wê ya sereke amadekirina destûreke demkî an daîmî ye, ku paşê dê ji bo referandûmeke gel were pêşkêş kirin. Destûr dê şêweyê dewletê, awayê hikûmetê û qaîdeyên parvekirina desthilatan diyar bike.
…Hilbijartina federalîzm an nenavendîkirinê divê li ser xwendinek baldar a avahiya dewlet û civakê, belavbûna nifûsê, xwezaya çavkaniyan û ezmûnên jiyana hevbeş di demên dawî de be. Federalîzm, dema ku li ser lihevkirinê were avakirin, dikare ji bo yekîneyên erdnîgarî an çandî yên ku xwe marjînalîzekirî an jî bi fikar hîs dikin, xweseriyê peyda bike, û hesta aîdiyeta dilxwazî ya dewleta kolektîf xurt bike. Ji aliyekî din ve, nenavendîkirina îdarî şiyana birêvebirina karûbarên xwe yên rojane bêyî ku zirarê bide avahiya serwer a dewletê dide civakên herêmî, û amrazek nerm e ji bo vegerandina hevsengiyê di navbera navend û derdorî de.
Di ronahiya desthilatdariyeke veguhêz a nazik û welatekî ku ji ber dehsalan ji navendîbûna tund û westiyaye, xuya dike ku pêwîstiyeke lezgîn heye ku nîqaşeke aram li ser her du vebijarkan were vekirin, wekî amûrên siyasî û îdarî ku dikarin beşdarî hilberîna peymaneke neteweyî ya nû bibin ku cihêrengiyê li ber çavan digire, baweriyê ji nû ve belav dike û dewletê dike hebûneke berfireh. Divê şêweyê dawî bi rêya pêvajoyeke beşdarbûnê ya berfireh were lihevkirin û bi rêya destûreke zindî ya ku ji hêla Sûrîyeyîyan bi xwe ve hatiye nivîsandin were pejirandin, ne ji ezmûnên yên din were kopîkirin, ne jî ji bo razîkirina rêberên qonaxa veguhêz were nivîsandin.
Jêder; Rojnameya Erebî Alaraby
Werger ji Erebî: Rojevakurd
Nivîskar: Malik El-Hafiz
Rojnamevan û akademîsyenekî Sûrî ye, xwediyê doktoraya zanistên siyasî ye û pirtûkên li ser rojnamegerî û zanistên siyasî weşandiye.