Cîhan

Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbesta demkî ya 4 rojan destpê kir

Bi peymana di navbera Hamas û Îsraîlê de ya 4 rojî ku şer bisekine û hinek dîl bi hevbêne guhertin destpêkir.

Peymana ku radyoya artêşa Îsraîlî piştrast kir dest pê kiriye, destnîşan dike ku Hamas dê li hember 150 girtiyên Filistînî yên ku Îsraîl serbest berde, 50 dîl radestî wan bike. Hevdîtina girtiyan wê demjimêr di 17:00 de li gorî dema Hewlêr pêk were.

Îsraîl û Hamasê li ser hevguhertina girtiyan li hev kirin. Wezareta Karên Derva ya Qeterê daxuyakirin ku agirbest wê sibê saet 08.00an dest pê bike. Di navbera her du aliyan de rawestana mirovî ya 4 rojî ya ku dê rê bide hevguhertina girtiyan û alîkariya mirovî dest pê kir. Li gorî peymana ku ji aliyê radyoya artêşa Îsraîlê ve hat tesdîqkirin, wê koma ewil a ji 13 kesan pêk tê saet 17.00’an ji Gazzeyê bên derxistin.

Alîkariya însanî ya ji bo Xezayê jî dê bi agirbestê dest pê bike. Wezereta karên derve ya Qeterê hêvî dike ku, ev agirbest berdemabe.

Hat eşkerekirin  ku ev peyman agirbesteke berfireh e ku tevahiya Xezeyê digre nav xwe. Her wiha Hamasê diyar kir ku dê rojane 200 balhirgirên mezin alîkarî û 4 jî sotemeniyê derbasî Xezeyê bibin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê got ku ew hêvî dikin ku muzakereyên ji bo peymanek nû berdewam bikin ku rê bide serbestberdana girtiyên zêdetir ji Gazzeyê.

Back to top button