Ji ber nerazîbûn û digraniya hejmareke mezin ji serkirdeyên bilind ên YNK ji helweşandina polîtburoya siyasî ya Yekîtî civîna sibe ya encûmena serkirdayetiya YNK bo demeke ne diyar hate lipaşxistin.Çavkaniyekî bilind nav YNK nexwest nave xwe aşkere bike ji BasNewsê re ragehand ku, biryar bû sibe roja Duşemê 6.11.2017 encûmena serkirdayetiya YNK bicive û polîtburoya siyasî ya nû were hilbijartin, lê ji ber nerazîbûna hejmareke ji serkirdeyên bilind û pêşmergeyên dêrîn ji hilweşandina polîtburoya siyasî civîna sibe bo demeke ne diyar hate lipaşxistin.Herwiha aşkere kir ku, serkirdeyên bilind ên YNK nedixwestin polîtburoya siyasî were hilweşandin lê gruba 16ê Oktoberê ya Kerkûk radestî mîlîşyatî Heşda Şeibî kirin daxwaza helweşandinê kirin, ev yeke bû cihê nakokî û dilgiraniyê, lewma biryar dan civîn neyê kirin.Wî serkirdeyê YNK da zanîn ku, polîtburoya siyasî ya YNK şoreşger û qehreman tê de ne û bi ti awayî qebûlnakin ew gruba 16ê Oktoberê ya ku, Kerkûk radestkirîn Heşda Şeibî aliyên din yê YNK pûçbikin.Tekez kir ku, eger YNK kongreya xwe li darbixe dikare wan pirsgirêkan çareser bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: