PolîtîkRojev

Di mijara serkomariya Iraqê de alternatifên din yên PDKê hene

Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, di mijara serkomariya Iraqê de çend bijardeyên din yên PDKê heye.

Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî li ser hevrikiya serkomariya Iraqê ji BasNewsê re got, PDKê bin neketiye û lîstik ji nû de dest pê dike.

Elî Ewnî her wiha got, bila YNK û hevalbendên wê zêde kêfxweş nebin çimkî çendîn bijardeyên din yên PDKê hene.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da xuyakirin jî, YNK bi piştevaniya hêzên herêmî li ser piyan maye û got, eger hemû gelê kurd jî dengên xwe bidin PDKê, hêzên ku li hember wê ne bi komplo û pilanan pêşiya wê digirin lê ewê qet serkeftî nebin.

Li ser redkirina namzediya Hoşyar Zêbarî jî Elî Ewnî got, biryara dadgeha federalî ya Iraqê siyasî bû û ev jî gelekî zelal e. Ma çawa dibe kesekî ku destpakiya wî hatiye îsbatkirin, dîsa rastî berteka dadgehê were!? Ew xencera ku YNKê li PDKê da, ne ya wan e, hinekan dane destê wan. YNK baş dizane nikare di meydanê de hevrikiya PDKê bike loma dixwaze rewşê aloz bike û pêşiya civîna parlementoya Iraqê bigre da ku Berhem Salih li ser kursiya xwe bimîne. Ev jî tiştekî ne rewa ye. Ew dizanin eger parlemento bicive kandîdê wan dengên pêwîst nahîne.

Back to top button