HevpeyvînRojev

Di kongreyê da PDK dê sîstemê konfedraliyê pejrîne

 Zagros Berwarî, wek têkoşerek dêrîn, derbarê kongreyê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiva pirsên malperê sibehî dide û di nava bersivên xwe da çend pêşniyarên balkêş berçav dke, wekî ku ew pêşbînî dike ku di vê kengreyê da PDK dê di pirogramê xwe da cîyek taybet bide sîstemê konfederaliyê.

Zagros Berwarî dibêje: Helbet li gor peyrewê navxwe yê Partîya Demokrata Kurdistanê wek partîyek sekuler û demokrat, bawerî ya bi radestkirina desthelatê  hey, lê bi rêkên aşitiyane. Herwesa  li gor prenisîpên peyrew û programê  divê PDK her 4 salan carekê kongreyê gişitî encam bide.

 Bi rêka konferanisên navxweyi nûnerên kongreyê bi awayekî azadane di hemuû organên girêdayi partiyê bêne hilbijartin  û ji peyrewî derinekevin da ku mafên çu endaman nehête binpêkirin.

Bi dîtina min gelek asteng hebûn ku heta niha kongre nehatiye encam dan,  lê ji hemûyan giringtir  du astengên mezin keftine di rêkê da ku ev kongreyê 14ê di demê diyarîkrî da nehête lidarxistin. 

Egerek jê  şerê terorstên Daîş bû ku li naverasata sala 2014 bi awayekê hovane û dijminikarane bi ser gelê Kurdistanê da hatin û bi berinamekê gelek berfirh û bi nexşekê mezin ji bo jinavbrina Herêma Kurdistanê, lê di nexşe û planên xwe da serneketin.

dîsan referandom ew jî xaleka werçerxanê bû. Rojên dîrokî bûn.  Li gor carinameya mafên mirovî ya Neteweyên Yekgrtî gelê Kurdistanê û herêma me ew maf hebû ku bi rêka aşitiyane dîtina xwe bînine ziman û bi destê xwe mafên xwe yên çarenvîsaz diyar bike.  Ev prosese li hemû welatên demokratîk hatiye peyrewkirin û bi rêka herî baş hatiye pênasekirin. Lê dijmin û dagîrkeran,  dîsan bi rêka xiyaneta navxweyî, rêk li vê gava aşitîxwaziya gelê me hat girtin û bûne sedem ku nîva axa başûr ji dest dan.  Partîya Demokrata Kurdistanê jî ji ber van sedemên me li jor diyarkrîn û ji ber rewşa aloza navxweya Îraqê nekarî li gor peyrewê navxwe kongreyê xwe li dar bixe.

Malperê sibehî: We çi hêvî ji kongreyê 14 yê PDKê heye?

Zagros Berwarî: Helbet ez wek kesekî ku min di rêka kurdatiyê da û li ser rêbaza PDKê û ya Barizanî yê nemir, qurbaniyên herî mezin dane.  bav, mam û pismamên min giyanê xwe gorî azadî û mafên neteweyî û axa pîroza Kurdistanê kir. Ez ji her kesekî zêdetir hêviya gohertinên mezin ji kongreyê 14ê dikim. çunike PDK li jêr fermana yek serok da ye, ew jîk Serok Masud Barizanî ye.  Ji bo çareseriya doza kurdî û gehişitina armancên mezin û dewletibûnê xebateka dûr û drêj kiriye û deryayek xwînê di vê rêkê da  rijandiye.. Mifa ji dîtin û raya gişitî werdgirtiye. wate eger PDK her biriyara li kongreyî bide dê ji bo doza Kurdistanê û çarenvêsê gelê me be. PDK pêdiviye aşitîya navxweyî ya hemû alî û tevgerên kurdistanî, û bi taybetî Yekêtiya  Nişitîmaniya Kurdistan giring werbigire.

Li ser astê parçeyên din giringe PDK peywendiyên xwe digel hemû partî û aliyan baştir bike û digel Îraqê bi taybet bernameyek yekgirtî hebe daku zemîne xweşitir lê hêt ji bo pêngavên çarenvîsaz.  Giringî bi zarokên şehîdan bê dan  ku bikevin di nav organên giring yên Partîya Demokrata Kurdistanê da û astên cihê briyarê.

Lê xala herî giring ez bawer dikim ku vê carê Partîya Demokrata Kurdistanê dê gengeşê li ser sîstemê konfederaliyê bike û dê bi piraniya dengan sîstemê konfîdralî di nava peyre û programê navxweyê PDKê da bê bicî kirin û bi vî awayî dê gelê Kurdistanê qonaxeka din nêzîkî mafên xwe yên rewa be,  nifşê paşerojê û gelê hişiyarê Kurdistanê dê pêşwaziyeka gerim li vê pêngava PDKê bikin.  Pişitî kongreyê xebata PDKê dê ji bo konfederaliyê be.

Malperê sibehî: Li ser astê navdewletî û cîhanî pêşniyazên we ji bo kongreyê hene?

Zagros Berwarî: Li ser astê navdewletî pêdiviye PDK di aliyê diplomasî da giringiyê bi peywendiyên xwe bidet dgel partiyên neteweyî û demokratîk, ew partî û aliyên bawerî bi mafê çarenivîsê kurdan heye. Ji aliyek din ve  dîsan giringiyê bi dostên xwe û lobiya kurdî bide û di vî warîda diyaspora kurdî dewlemendiyeka gelek mezine bila giringî bi rolê wan jî bê dan. Ji ber ku ew hêzeka gelek meznine ku doza kurdî bi gehînine navendên briyarê. Bila rolê revenda kurdî li Ewropayê û Amrîkayê û hemû cîhanê biçûk nehête dîtin, wate kurdên her çiwar parceyan û partî şakarên xwe zêdetir li parçeyên din yên Kurdistanê pavêje û giringiyê bi diyaloga kurdî- kurdî bide û li rêkên aşitiyane  çareserya doza kurdî li hemû parçeyan bêyi cudahî bike.

Malperê sibehî: Li ser asta navxweyî bi taybetî îdare û hikumetê we çi pêşniyaz hene?

Zagros Berwarî: Ya rast pêdiviye hikumet giringiyê bi sîstemên hevçerx û medern bide. Hêşita hikumeta me ya di berokrasiya salên heftiyan da. Ev sîstemên birêvebrinê li çu cîyên cîhanê yên wek welatên pêşkeftî û demokratîk nîne,  eve kêmasiyek mezine. Pêdiviye hikumetê plan ji bo çareserya van pirsgirêkên rêvebrinê hebin. Hikumet pêdiviye lezê di avedaniya gundên ser tixûban bike.

Ya girinigtir, bawer bikin, wastekariyê pişt li hikumet û miletî şikandiye, ev karek gelek şaşe û pêdiviye nemîne da yasa serwerbe, da dadgehên herêmê bikarin karên xwe encam bidin. Pêdiviye hikumet giringiyê bi nifşê xwandevan û  xurt û gencan ji herdu regezan, jin û mêran bide. Di warê damezirandinê da sudê ji şiyanên wan werbigire. Kesên salmezin  bêne xanenşîn kirin, lê rêz li xebata wan bê girtin û mûçeyên şayste bo wan bêne diyarî kirin. Hewlên PDKê  û hikumetê ji bo rêkxistina sazî û dezgehan,  asayş  û polîs û pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bin. li jêr fermanên hikumet û serokatiya Kurdistanê bin û fermanên wan bi cihbînin.

Lê berovajî wê ji aliyê dostên gelê me û hêzên hevpeymana ve çu sengek ji bo herêma Kurdistanê nabe û roj bo rojê dê bawerya gelê xwe û ya hêzên dost û hevpeymanan ji dest bide.

Malperê sibehî: Ji bo guhertinên navxweyiya PDKê û heykelê wê hûn çi pêşniyaz dikin?

Zagros Berwarî: Bi dîtina min pêdiviye PDK  ji çarçovê partayetiya kilasîk derke û hindek reforman di heykelê xwe da dirust bike. Di şiyan daye  PDK wek partiyeka cemawerî bimîne,  bo mînak: serok û cîgir û civata serokatiyê dê her cihê briyarê bin.

Lê pêdiviye hindek ji baregayên xwe kêm bike, li cihê wan dikarin hindek ofîsên  serokê PDKê li hemû bajêran vekin û desthelatên berfireh bi wan bidin daku çavdêriya organên PDKê bikin. Dergehên wan ofîsan di vekrî bin. Hemû xelik bikare wan bibîne. Ew ofîs  xwe li arîşe û prsgirêkên civakê û partayetî bikin xwedan û van ofîsan  wek alîkariyek ji bo  serokê PDK di nav peyrewê PDK bi cî bikin.

Liq û komîte û rêkxiraw bi tenê karê partayetî û rêkstinî bikin û êdî karên din dê hêne spartin bi wan ofîsên me li jor behis kiri ku rasterast girêdayi baregehê serokê PDKê bin û dê bargraniya li ser liq û komîte û rêkxirawa kêm be û êdî nakevine ber rexineyên gelek dijwar. 

Her ji niha serkeftinê ji bo kongreyê 14 yê Partîya Demokrata Kurdistanê dixwazim.

Back to top button