Di konferansa Londonê de kurdan ‘federalîzm’ xwest
Di konferansa aliyên dijber ên Îranê li paytexta Brîtanya Londonê, kurdan cext li ser “sîstema federal” bo Îranê kirin.
London Tower bridgeDi malpera fermî ya aliyên beşdar di konferansê de, hat zanîn, duh li Londonê, bi beşdariya piraniya aliyên dijbere yên Îranê bi taybet kurd û fars, konferansek hat lidarxistin.
Berpirsê lidarxistina konferansê Elîriza Nûrîzade, derbarê vê yekê de diyar kir, mebesta vê konferansê, gotûbêja bandora serhildanên welatên erebî li ser Îranê û çawaniya pêkhatina sîstema Îranê piştî rejîma îslamî bû.
Di konferansê de, nûnerên partî û saziyên kurdan, cext li ser sîstema federalîzmê bo paşeroja Îranê kirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (Îran) Xalid Ezîzî, Sekreterê Giştî yê Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê Ebdullah Muhtedî, Nûnerê Partiya Demokra a Kurdistana Îranê û nûnera Tevgera Jinên Rojhilatê Kurdistanê Nahîd Behmenî jî, di konferansê de beşdar bûn.
Wek tê zanîn, her sal, li welatên Ewropayê, civîn û konferansên wiha, tên lidarxistin.
Nûçe: Hawar Baziyan
(AKnews)