Di Hundirê Tevgera Kurd De ”Virûs” Heye!
Em çawan dikarin rastîya destpêka sir û hizra kuştina Said ELÇÎ û Dr. Saîd KIRMIZITOPRAK têbigihîjin? Em çawan dikarin di derbara kuştina wan de rastîyê bizanibin? Em dikarin di derbara kuştina wan de bizanibin ku ”sir” ji devê kê / kîjan hêzê derketîye? Kîjan hêz paşbingeha hemû biryaran e û çima? Gelo Faik BUCAK ji alîyê eşîreke kurd ve hat kuştin anku sirek ji dewletê derdike û dewlet sira xwe bi yekî dide gotin anku fîtnekirin? Gelo çi plan dikare di pişt navbervanê îran û KASIMLO hebe anku tilîya Jalal TALABANÎ dikare di komploya înfaza KASIMLO de hebe? Gelo navbervanê Dr. Abdulreman QASIMLO û dewleta îranê kî bû? Piştî kuştina Dr. Abdulreman QASIMLO çawan û bi çi hawayî Dr. Sadik ŞEREFKENDî ji alîyê îstîxbarata Îranê ve dihê kuştin? ”Sir” û girîngîya hevdîtina aqilmendên dewleta îran û Dr. Sadik ŞEREFKENDî çi bû? Em çawan dikarin xîyaneta navxweyî ya bê derman û bi êş dawî lê bibînin daku serokên kurdan êdî neyên kuştin? Dr. Sadik ŞEREFKENDî ji bo înternasyonala sosyalîst li Berlînê ye û di 17ê îlona sala 1992an de bi çalakîyeke biûkastê li Restorana (xwarinxane) Mykonosê dihê kuştin. Li gorî sazîya lêkolînê ya ewlehîya navneteweyî îstîxbarata Îranê zanyarî (agehî) ji hatina Dr. Sadik ŞEREFKENDî hebû û ev bûyer bi rênîşandêrîya Abdulrehman Banihashemî çêbûye û ji alîyê serokê îstîxbarata îranê Alî Falahhîyan ve hatibû organîzekirin. Li gorî sazîyeke lêkolînê ya navneteweyî ”înterpol” biryara girtina Alî Falahhîyan dabû û rastîya rasteqînîya bûyerê hat pejirandin. Sira kuştina navxweyî ya Saîd Elçî, Dr. Şivan û Dr. Abdulreman QASIMLO û Dr. Sadik ŞEREFKENDî bi xîyaneta hawîreke kurd birînekî bê derman û bi êş e. Dîsan serokê PDKT´ê Faik BUCAK ji alîyê gundîyekî kurd ve dihê kuştin, lê paşbingeh û avakarê bûyerê dewlet bi xwe ye.
Pêvajoya xîyaneta 16ê Cotmehê ya sala 2017an encameke xerab daye û çima di Kongreya YNK´ê de xîyanet nehat gotûbêjkirin? Armanca xîyanetê tasfîyekirina BARZANî bû û ew li dijî dewleta herêma Kurdistanê bû? Anku armanca wê ew bû ku Kurdistan perçe bike û bike 2 herêmên cuda: Hewlêr (Hewlêr, Duhok) û herêma Sileymaniyê (Sileymaniye, Kerkûk)?
Di bingeha xwe de YNK dixwaze çi bike?
Di sala 1965an de li zanîngehan (universite) demekî bi tevger, bizavekî nû dest pê dike. Kurd bi nasnameya xwe û ji bo xwe dest bi siyasetê kiribûn. Ev tevger li Bakurê Kurdistanê hat gotûbêjkirin û ketibû rojevê.
TKDP mîna partîya hemû kurdan û bihevre hat damezrandin. Di sala 1964 – 1965an de Saîd ELÇÎ û Omer TURHAN komîteya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-T) dadimezrînin û ew komîte dest bi karê xwe dike. Di sala 1965an de Saîd Elçî, Omer TURHAN, Derweşê SADO, Şerafettin ELÇÎ û Şakir EPOZDEMIR lihev dikin û piştre bi pêşengîya Faik BUCAK TDKP´ê dadimezrînin. Faik BUCAK dihê kuştin û Seîd ELÇÎ dibe serokê wê. Herçendî berê lihevkirin bin jî PDKT TKDP (PDKT) bi pêşengîya Faik BUCAK ve di sala 1965an de hat avakirin. Said ELÇÎ dihê kuştin û Dervêsê SADO dikeve şûna wî û ew di sala 1971ê de dibe sekreterê PDKT (TKDP) heta sala 1975 û di sala 1975an de Alî Dînler dibe sekreter. Derwêsê SADO sêalî dileyîst. Sêalîbûna Dervêsê SADO BARZANÎ, TALABANÎ û TIRKIYE bû. PDKT (TKDP) di sala 1965an de îllegal avabû û bi kadroyeke pir kêm hat damezrandin, lê zêdetir bi alîyê tevgera başurê Kurdistanê ve diçû, hewl dida ku alîkariya lojîstîk ji BARZANÎ werbigire. Lê li dijî dewleta tirk a kolonyalîst tu xebateke PDKT´ê mirov nabîne û ev jî mirov dide hizrandin. Mirov tu xebateke berbiçav ya PDKT´ê nabîne. Kadroyên girîngtirîn ên PDKT/TKDP´ê bi provokasyonên cuda ve hatin kuştin. Kuştina navxweyî ya Saîd ELÇÎ, Dr. Şivan, Dr. Abdulreman QASIMLO (bi (xîyaneta rêxistinekî kurd) û Dr. Sadik ŞEREFKENDî (bi xîyaneta rêxistineke) birînekî bêderman û bi êş e.
Omer Çetîn avakarê DDKD, koma Dr. Şivan / PDK-T, 1971 û KÎP´ê bû. Ew bi çand, civak û zimanê xwe ve tîpekî kurd bû û malbata wî jî kurdwelatparêz bû. Dihê gotin ku sekreterê KÎP /DDKD´ê yê pêşîn Omer Çetin bû. Bi gotineke din ew avakarê partîya Dr. Şivan bû û bavê Omer Çetîn jî welatparêztirîn mirov bû, lê ji alîyê rêxistina kurd KAWA, koma alîgirên Enver Xoca ve dihê kuştin. PDKT PKK (KÎP, bi tirkî KÎP) dahş didît. Lê KÎP jî PDKT hevkarê dijmin didît. Em tenê dikarin di derbara PDKT KÎP/PKK´ê de hizrên xwe şirove bikin, lê em tenê dikarin di derbara wan de hizrên xwe bibêjin, dibe ku ji bilî me rastîyeke din hebe. Piştî kuştına BUCAK nakokî di navbera Dr Saîd KIRMIZITOPRAK (Dr. ŞIVAN) û Saîd ELÇÎde dest pê kiribû, koma çep (sosyalîst) û koma rast (ne sosyalîst, konservatist) bûn. PDKT bû du tevger (PDKT û PDK li Tûrkiyê). Di dawîya dawîn de em rastî bûyerekî fîzîkî dihên; Said ELÇÎ dihê kuştin û kuştina wî dixin stûyê Dr. Şivan. Lê sedemê yekemîn yê ku di pişt paşbingeha bûyerê de dikare çi be? Dr. Şivan/ Saîd KIRMIZITOPRAK ronakbîrekî bû û ew dikaribû ji serokatîyê bike. Lê rastîya rasteqînîya bûyerên fizîkî yên ku di derbara Said ELÇÎ û Dr. Said KIRMIZITOPRAK de qewimine, em baş nizanin, lê em peyvên heyf hildan (intîqam) anku tol hilanînê dibihîzin. Ev jî, rûyê bûyerê yê derve ye, lê rûyê bûyerê yê hundir kûra dewleta tirk bi xwe ye.
DDKO û tarixa tawana endamên wê 30.04.1971… Kevneşopîya ziman, dîrok û çanda kurd ji ya tirkî cuda ye. Hebûna gelê kurd objektîf e û ev hebûna înkarkirina wî ne rast e ne û ne jî li gorî zanistîyê ye. Ez li vir navên endamên DDKO dinivîsim bêyî ku analîze bikim. Min navên wan orjînal nivîsî (mîna nivîsîna tirkî nivîsî). Li gorî ”Dadgeha Tirk” Bertawan (bersûc) ev bûn:
Fikret ŞAHİN, Nüsret KILIÇASLAN, Mümtas KOTAN, Sabri ÇELİK, Zeki KAYA, İhsan YAVUZTURK, Îbrahim GÜÇLÜ, YÜMNÜ BUDAK, Nezir ŞEMIKANLI, Ahmet KOTAN, Faruk ARAS, Ali BEYKOYLÜ, Mehmet DEMİR, İsa GEÇİT, Ferit UZUN, Hasan ACAR, Tarik ZIYA EKINCİ, Canip YILDIRIM, Musa ANTER, Mehmet EMİN BOZARSLAN, NECMETTİN BÜYÜKKAYA, ZEKİ TEKEŞ, HİKMET BOZCANLI, NIYAZİ DÖNMEZ, İhsan AYSOY (Dünyada Kürt Vardır. DDKO´nun Savunmasi. NR.04. 1973: 6-9).
Di roja 27ê gulanê ya sala 1961ê de îmkan û fersendên nû yên xebatê çêbûn. Sedemê vê jî serkeftina Partiya demokrat (DP) bû ku ew di hilbijartinên Tirkiyê de biserkeft û kurd derketın rojevê. Piştî pejirandina Qanûna bingeh a sala 1961ê hinek îmkan, fersend, keys û rê vebû ji bo tevgera ciwan, xwendekarên zanîngeh (universite), xwendegehên bilind û ronakbîrên kurd yên mîna Musa Anter, Tarik Ziya Ekinci, Faik BUCAK, Said Saîd ELÇÎû gelek ronakbîrên kurd di nav TÎP´ê de çalak bûn. Bi serokatîya TÎP ê ”Dogu mitingleri” li Amed, Farqîn, Batman, Dersim, Siverek, Agrî, Erzurum´ê yê hatin amadekirin. Nasnameya Kurdî di salên 1960î de zêdetir di nav xwendekarên zanîngehan de dihê gotûbêjkirin. Rêxistinên kurd, di piştî 1971ê de hatin damezrandin, di bingeha xwe de hilberîna du kevneşopiyan bûn. Koma yekem TKDP ê bû ku ew nûnertîya rêbaza BARZANÎ dikir, lê koma çepgirî / sosyalîst bû û ew li dijî BARZANÎ bû. Hêdî – hêdî çepgirên kurd zêdetir dibin û bi hevre dijminatîya BARZANÎ dikin. Kî Dr Şivan Çeko û Birûsk îdam dike û ji bilî kuştina Saîd ELÇÎ di pişt paşbingeha vê bûyerê de kîjan hêz dikare hebe?
Gelo di rastîya rasteqînîyê de ”SIR” û peyvmenda hêza kujera Saîd ELÇÎ, Dr. Şivan, Çeko (Hîkmet BULUTTEKÎN) û Birûsk (Hasan YIKMIŞ) ji kûderê derket û em çawan dikarin rastîya wê bizanin? Gelo di pişt paşbingeha bûyera înfazkirina Saîd ELÇÎ, Mehamedê BEGO û Abdullatîf SAVAŞ de çi sedem dikarin hebin?
Bi rastî Dr Şivan serokekî çep, zana, jîr û ronakbîrekî kurd bû. Li gorî Dr. Şivan ji bo Kurdistaneke serbixwe şerê çekdarî pêwîst e. Ew di doza 49an de hatibû girtin û dadgehê ji wî re 24 sal ceza (tawan) dixwest.
PDKT, 1971 û KÎP, PSK-T, PDKT-KUK, UKO/ PKK
Hemû partî û rêxistinên kurd mîna çepên tirk bûn û ew li dijî AMERÎKA, ÎSRAÎL û EWROPA´yê bûn. Lê di rastîya xwe de dostên kurdan AMERÎKA, ÎSRAÎL û EWROPA bûn. Di salên 1970î de xortên kurd ên zanîngehan dibin bandora kemalîzmê de cîhên xwe di nav çepên kurd de girtin, lê ew kopiya kemalîzmê bûn. Partî anku rêxistinên kurd çep ev bûn: PSK-T, RIZGARÎ, ALA RIZGARÎ, TEKOŞÎN, KAWA, DENGÊ KAWA û PDK T/KUK. PDKT-KUK di navbera salên 1977 û 1989an de pir pêşve çû û geş bû, lê piştî darbeya sala 1980î ku kadroyên wê li Sûriyê bûn penaber, hingê partîya Komunîst û çepên tirk û ereb pê leyîstin. Teslim Tore (yek ji birêvebirê THKO, TKEP, BSP û ÖDP” yê bû), Partiya Komunîst a Sûrîye û Partîya komunîst a îraqê bi T-KDP-KUK/RNK-ê leyîstin û wê perçe kirin. Navê komekê wê” bû KUK-SE.
Omer Çetîn avakarê DDKD, koma Dr. Şıvan / PDK-T, 1971 û KÎP´bû. Rizgarî di sala 1974an de hat avakirin û ev kes hebûn: Muntaz KOTAN, Ruşen ARSLAN, Mehmed UZUN, îbrahîm GÜÇLÜ… îsmalîl BEŞIKÇÎ jî dostekî wan bû. Rizgarî di sala 1978an de dibe 2 kom. Ruşen ARSLN, Recep MARAŞLI, Orhan KOTAN, Mümtaz KOTAN… ALa Rizgarî: Îbrahîm GÜÇLÜ Hatice YAŞAR û Îkram DELEN. Îbrahîm GÜÇLÜ koma xwe bi Hatice YAŞAR û Îkram DELEN avakir. Ev komeke Marxsîst, Lenînîst û Stalîst bû û bi pêşniyaza Jalal TALABANÎ avabû. Li gorî hizra Îbrahîm Güçlü ya wê demê, TKDP (Partiya Demokrat a Kurdistanê/ PDK-T) ketîye bin kontrola MÎT´ê û ji ber vê yekê ew nikare bi PDKT ´ê re kar bike. Serokê Ala Rizgarî Îbrahîm GÜÇLÜ û serokê PSK Kemal BURKAY berê antî BARZANÎ bûn û bi serkeftina AKP´ê ve xwe nêzikê wê kirin. PKK ”UKO” çawan çêbû û bihêz bû? APOCULAR anku”UKO” 1974? PKK di sala 1978an de li gundê Licê Fis´ê çêbû anku di sala 1974an li Enqerê çêbû? Abdullah Ocalan yek ji damezrênerên Komeleya Perwerdehiya Bilind a Demokrat bû ku ew komele di sala 1974an de li Enqerê hate damezrandin û hizra damezradina PKK/UKO´yê ji nav wê komeleya çepên tirk derket û piştre bi hawayekî din li gundê Licê, Fîs di sala 1978an de PKK avabû (di beşa duhemîn de, ez dê behsa PKK´ê bikim).
Em dê çawan bikaribin rastîya ku di pişt paşbingeha SIRa damezrandina PKK´ê de hebê/heye, têbigihîjin? Em çawan dikarin di derbara damezrandina wê de rastîya rasteqînî bizanibin?
HDP, PYD û PKK, YNK…
HDP, PYD û PKK behsa biratiya gelan dikin û bi vê pirsê ve girêdayî ew dixwazin li Tirkiye, Iran, Sûrîye û Iraqê bikin dewletên demokrat, lê ev raman ne ”logik” e ne jî li gorî zanîstîyê ye. Heke kurd deh hezar sal jî, bijî bawer nakim ku hêmanên ereb, tirk û faris dê bibin demokrat û şaristanî. Ji ber vê yekê, di zanista siyasî de rastiya biratiya gelan a neteweyan tune ye, lê di navbera gelan anku neteweyan de; têkilîyên maf, dad û hevaltîyê dikarin hebin. Ev pir xwezayî ye. Cîranekî kurd yê tirk/ereb dikare pir baş e. Di mijara dagirkirina Kerkûk´ê de YNK, Goran, PKK bi hevre helwest girtibû û di navbera wan de peymaneke nivîskî hebê.
Di Kongreya YNK´ê de xîyanet16ê Cotmehê ya sala 2017an nehat gotûbêjkirin, lê diyar e ku armanca xîyanetê tasfîyekirina BARZANî û li dijî dewleta herêma Kurdistanê bû. YNK û hevkarên wê dixwestin ku Kurdistan perçe bikin û bikin herêma Hewlêr (Hewlêr Duhok) û herêma Sileymaniyê (Sileymaniye, Kerkûk). Ev jî daxwaza îran´ê bû. Di sala 1960î de xwendekar û ronakbîrên kurd antîemperiyalîst bûn û bi taybetî jî heskarên Kuba û Vietnam bûn. Di sala 1967an de gelekî kurdên ronakbîr di nav ”DÎSK, TÎP, DEV GENC” û rêxistinên çep de dixebitîn û li gorî wê demê tistekî normal bû. Di wê demê de kesên mîna Musa ANTER, Tarik Zîya EKÎNCÎ, Faik BUCAK û Saîd ELÇÎ çalak bûn û qala kurdan dikirin. Ronakbîrên kurd kopya ronakbîrên tirk in. Min demek di nav Partîya Sosyalîst ya Kurdistan- PSK´ê de kar kir, lê ez pir poşman bûm. Li gorî min HAK-PAR û PSK mirovên dema berê yên sala 1970î ne. Kemal Burkay jî mirovê dema berê û ew neguherîner e. HAK-PAR û PSK bi mentalîteta xwe ve mîna hev in û bi kultur, hîwûşî, etîk, tore, nirxên kurdî, etîk, helwesta xwe û ji alîyê înkarkirina çandan ve jî nêzikê çepên tirk in. Marksîstên Amerîka, Rusya û Fransayê hene, lê marxsîstên kurd mîna tevger tune ne, lê ew mîna perdeya veşartına kurdayetî û kurdbûnê hene, marxsîstên kurd di rastîya xwe de tune ne. PSK´ya berê jî mîna çepên tirk dixwest ku hestên (hîs) neteweya kurd perçe, piçûk û tune bike, lê berê di nav wan de mirovên mîna Mehdî ZANA, Îhsan AKSOK û Faruk ARAS hebûn û ew li ser xeta kurdayetîyê bûn. Kurdî li Tirkiyê û dezgehên wê qedexe bû. Peyva kurd anku Kurdistanê jî qedexe bû. Mehdî ZANA sond xwar ku di dadgehan de tenê bi kurdî bipeyve bi helwest bû û li ser doza xwe ma. Ji lewre mîna mêrxasekî kurd derbasî dîrokê bû. Mehdî ZANA di salên 1980 û 1990î de ne digot: ” ez Marxsîst, Lenînîst im, lê digot ”ez kurd im.” Mehdî ZANA di sala 1977an de bû serokê Şaredarîya Amedê, lê nakokî di navbera wî û Kemal Burkay de derketin, lê Mehdî ZANA stûyê xwar nekir û mîna mêrxasekî li berxwe da. Gava Şahê îranê têkçû û Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê PDK-Î herêmekê azad kir, hingê Mehdî ZANA çû ba Dr. Kasimlo û got: ” Ez di emirê te de me, tu çi karî bidî min ez amade me ku wî karî bikim…” Mehdî ZANA li zîndanê jî li berxwe daye û ew mîna mêrê xas derbasî dîrokê bû. Berxwedana Necmettin Bûyûkkaya û yên mîna wî jî derbasî dîrokê bû. Ji bilî wî jî, ji bo bawerî û hizra xwe xortên ciwan xwe şewitandin. Kesên ku xwe şewitandin ev bûn: Ferhat KURTAY, Necmi Öner, Kemal PIR, Hayri DURMUS, Atif YILMAZ, Alî ÇÎÇEK…
Di salen 1960-1970î de kurdan piştgirîya Filistîn û dewletên ereban dikirin û ji bo welatê xwe tiştek nedikirin. Digotin: “Em înternasyonalîst in anku înternasyonalîst im.” Di navbera salên 1965-1967an de li hin bajarên Kurdistanê xwepêşandanên Rojhilat pêk dihên. Mehdî ZANA di sala 1965an de mîna peyvmendê xwepêşandanê li Farqînê dipeyve û piştre li gelekî bajarên din jî xwepêşandan dest pê dikin. Di bûyera jenosîda kurdan de Mahmud ABAS piştgirîya diktator Saddam HUSEYN kir li diji kurdan. Di mala her şoreşgerê/a kurd fotografekî dîktator Fidel CASTRO, Josef STALÎN û Vladîmîr LENÎN hebûn. Sovyet, Çîn, Kuba, dewletên sosyalîst û îslamîst her gav ji kurdan re xwedî derneketin û niha dernakevin. Li hemberî qatliam û komkujîya gelê kurd bêdengîya 40 dewletên musluman, ji bilî vê jî, helwesta muslumanên tirk, ereb û farisan jî diyar e. Dewletên musluman û kolonyalîst ola îslamiyetî ji bo hîsên neteweyï yên kurd pêşve neçe mîna pêwengekê bikartînin.
Di nav PDKT (TKDP) ´ê de hizrên çep dest pêdikin û bandorên xwe li xortên kurd ên universîte û xwendegehên bilind dikin. Çepên tirk TKP, TÎP, TKSP THKP-C, THKO, TİİKP, TİKKO û yên mîna wan li dijî Amerîka, îsraîl û Ewropayê bûn.
Nurettin Elhusyni bi Ferit Uzun re koma rêxistina xwe avakirin û Sovyetê mîna sosyal-emperiyalist diditin. Lê Partiya komûnist ya Çîn û serokê wê Mao Zedung parastin. Piştre Ahmed Zeki Okçuoglu ji koma PDK T derbasî koma Nurettin ELHUSYNİ bû. Di sala 1977an de li Çîn´ê kongreya PKÇ´ê çêbû û di navbera Serokê Albanya Enver Xoça û alîgirên Mao ZEDUNG de nakokî derket. Ev nakokî bandora xwe li tevgera maoîstên kurd kir û wê kir du beş. Bi navê KAWA kovareke siyasî derdixistin, komek ji KAWA´yê vediqete û kovareke siyasî bi navê “Dengê KAWA” derxist. Tevgera kurd di sala 1975an de darbeyeke mezin xwar. Di sala salên 1970î de gotûbêjîyên hişk (sert) di navbera partî û rêxistinên kurd de derbas bûn. Di derbara partîya proletariya, Marxîzm, lenîzm, stalînîzm û maoîzmê de. Partîyên kurd yên siyasî û legal: DEP, HADEP, DTP û BTP/HDP
Kemal Burkay siyasetmendarekî jîr, zana û têgihiştî bû, lê ji malbateke kemalîst dihê. Bavê wî kemalîst bû û bi hawayekî fermî ew karmendê dewletê bû. Kemal BURKAYdi sala 1971ê de dihê girtin, piştre dihê berdan û di sala 1972an de dibe pênaber û pêywendîyên xwe li Ewropayê bi Hewra´yê çêdike û ew dikeve bin bandora wê, lê alîyê din ve jî, kemalîzm qerekolên nemirovane di mêjîyê wî de çêkiribû. Kemal Burkay ji TÎP´ê vediqete û koma xwe di sala 1974an de avadike. Hin kes ji koma wî ev in: Ziya ACAR, îhsan AKSOY, Mehdî ZANA... Mehdi ZANA bi pirsa kurdi ji hemû pirsên dın giringirîn dibîne û ev tişt wî ji hemû siyasetmendarên cuda dike. Belê Mehdî ZANA avakarê hizra kurdî axaftinê ye. Lê siyasetmendarên kurd qala kurdî axaftinê dikin û aqil didin xelqê. Rewşenbîr Kemal Burkay piştî 31 salên xwe li derveyî welatê xwe, li swêdê bêyî alternatîv vedigere Tirkiyê û li wir dikeve hembêza AKP´ê. Heke hêza Kemal Burkay hebe dê bikaribe ji Stalîn jî xerabtir be. AKP, Kemal BURKAY, Şivan PERWER, îbrahim GÜÇLÜ û yên wan mîna dikaribû yekitîya neteweyî bileyîstana. Gava ku Kemal Burkay vegerî Tirkiyê, hingê AKP bû parastkara wî û ew jî bû “kürtçüyê AKP´ê, ji lewre vegera wî dikaribû plana dewleta kûr be. Kemal Burkay serokatîya PDK-Îraq´ê feodal, serokeşîr û bûrjûvazî didît û niha ketîye hembêza AKP´ê. Kemal Burkay mirovê dema berê ye û neguhastbar e. Partiya Sosyalîst a Kurdistan a Kemal Burkay di Kongra 2. de piştgirîya “Pirsa Filîstinê” dike û dijminitîya Amerîka û Îsralê dike. Di bernameya partîya Kemal Burkay de wisan hatîye nivîsîn: ”Ev pêwendîyên ku serokatiya PDK-Îraq´ê ji feodal, serokeşîr û bûrjüwan pëkhatibû piştî 1970 bi Şahê îranê û împeryalîyê re çêkiribû, bü sedemê têkçûna şoreşa neteweyî kurd di sala 1975an de…” Partiya Sosyalîst a Kurdistanana Tirkiyê – PSKT. Weşanên PSKT: 12. (1986: 14).
Koma Abdullah OCALAN di sala 1974an de ji ”Dev – Genc” veqetîya û di sala 1978an de PKK´ê damezrand. PSK-T PDK-Îran, YNK-Irak û PDPKS tim bihevre bûn û di sala 1980î de ji bo yekitiya hemû welatparêzên kurd helwesteke neteweyî wergirtin, lê Partiya Komûnist a Iraq û Partiya Komunîst a Sûrîyê bi wan leyîst û ev yekitî rawestîya. Di salên 1975 – 1979 de, tekoşîna ji bo rizgariya neteweyî ya kurd pir çalak bû. Ji bo têgihiştına vê serdema tevlihev, têr nake ku mirov tenê bi perspektîfekê li mijaran binêre, divê bi gelekî perspektîvan l i sala 1975ê mêze bike. Peyvên “îlkel milliyetçî, feodal, bûrjûva û serokeşîr. Têkçûna tevgera Barzanî ya sala 1975ê têkçû, lê Angola, Kamboçya, Laos, Mozambik, Vietnam û gelekî neteweyên bindest rizgar bûn. Kemal BURKAY ev e:
- Vegera Kemal BURKAY projeya AKP´ê / Erdogan bû.
- Kemal BURKAY mîna serokên tirk ên siyasî nexweşê desthilatdarîyê ye. Ev genitîkî di kestîya Kemal Atatürk de jî hebû. Nimûne, Padîşahê III Mehmed 19 birayên xwe kuştin ji bo desthilatdarîya xwe, lê ew mîna serokekî xwînrêj derbasî dîrokê bû. Ev bûyer di sala 1603an de diqewiye.
- Kemal BURKAY ne serokekî guhastbar (transformatîv). Rêberên naskirî yên bi serokatiya guhastbar John D. Rockefeller, Henry Ford…
- Kemal Burkay ne rêberê empatiyê ye.
- Kemal Burkay ne rêberê demokrat e. Lê ew “auktorîter” e. Rêber ew e ku rêya rast dizane û rê nîşan dide.
- Kemal Burkay mîna sala 1970î înternasyonalîst e û ew Kemalê berê ye. Mirov bi xwe li gorî demê dihê guhartin û tiştên nû fêr dibe. Kurdên înternasyonalîst du kom in, herdu kom jî bi piranî antî kurd in:
- Kurdên înternasyonalîst ên îslamîst
- Kurdên înternasyonalîst ên komûnîst
Mohandas Karamchand Gandhi peyva Satyagraha” bikardianî ji bo tekoşîna xwe ji bo serxwebûna Hindistanê li dijî Bratenîya Mezin û berê vê rêbara xwe li Başurê Afrîkayê ceribandibû. Rêya rastiyê “satyagraha” di pratîkê de ji berxwedana bêşer e . Peyva “satya” dihê wateya rastî n” û “Agraha” “pê girêdayî” be. “Ahimsa” bi zimanê sanskrîtî dihê wateya ku divê mirov yekî/yekê nekuje û zordariyê bikarnehîne.
Serokatîyekî Veguherîner Pêwîst e
Serokekî transformatîv li wir her kes xwedî derfetek e û her kes ji bo heman armancê hewl dide. James Macgregor Burns lêkolînerê siyasî û nivîskarekî amerîkayî û avakarê teorîya “transformatîv”ê ye. Serokatîya transformatîvê roleke avakar, zimanekî çêker, produktîv û xweşîya jîyanê girîngtir dibîne. Serokatîyeke veguherîner (transformatıv) çi ye? Yanî rêberê veguherîner çi ye? Ez çawan dikarim bibim serokekî veguherîner? Dîtînên Burns dihê wateya ku “transaktîv” û transformatîv” du serokatîyên ku li dijî hevûdu ne (Bass, 1985; Yuk, i 2005). Rêberê/rêbera transformatîv giranîya xwe dide ser îndivîduyalîzm û pêşveçuna kesan (Bass, Avolio, Jung & Berson 2003). Li gorî Stewart (2006) dabeşkirin û parvekirina desthilatdarîyê bingeha siyaseteke baş diafirîne. Serokatîya “transformatîvê li ser 4 nuxteyan radiweste:
- Motîvasyona îlhamê…
- Ragihandina dîtin, hizr, raman…
- Nirxandina karê siyasî yê kesane.
- Karê bi mantik “logik” yê rewşenbirî.
Kemal BURKAY, Îbrahim GÛÇLÜ û Mesud TEK neguharbar (transaktîv) in û ew mirovên dema berê ne û ew nikarin ji kurdan re serokatîyê bikin. Ji bilî vê jî, Murad CIWAN, Kemal BURKAY û îbrahîm GÜÇLÜ bi sıyaseta AKP´ê ve hatibûn xapandin û aqil didan kurdan, herçendî niha dev ji siyaseta AKP´ê berda bin jî, ne bes e. Mentalîteyên Deniz Baykal, Dewlet Bahçelı, Kemal Kılıçdaroglu û kêm-zêde yek in. Lê Recep Tayyip Erdogan hinek ji wan cuda ye û ew di rastîya xwe de neoosmanîst, megaloman, egosentrîst, mîtoman, etnosentrîst, dogman û asimilasyonîst e. Bi gotineka din turkistekî kurdkuj e. Deniz Baykal, Dewlet Bahçelı û Kemal Kılıçdaroglu kemalîst in. Deniz Baykal, Dewlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kılıçdarolgu hemû bi sîstema dewlet û leşkerên xwe ve terorîst in. Dewleta tirk a dagirker terorîst e û bavê teorîstan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e. Ne tenê Recep Tayyip Erdogan antîkurd e, dewlet bixwe û dezgehên wê bi giştî jî antîkurd in.
Prof. Edmund Husserl (2002), Yilmaz, Maruf (2015) avakarê fenomenolojîyê bû û wî giraniya xwe dide ser nasname, xwenasîn û zanîna xwe bi xwe. Prof. Aois Althusser, Prof. Antoio Gramsci û Prof. Ernesto Laclau hersê jî, qala dewlet, zanista siyasî, hunera zanîsta avakar, kabilîyet û kapasîteya” siyasetmendarên mezin dikin ku ew cawan dikarin biserbikevin. Martha C. Nussbaum (1994) behsa qanûn, etîk û morala siyasî dike û dibêje: ” Em çawan dijîn?” Martha C. Nussbaum sûd ji Platon û Aristoles wergirtiye û wisan jî sûd ji Prof. Immanuel Kant wergirtiye, behsa girîngbûna rêya aştîyê dike. Li gorî Charles Beitz û Plilip Pettit, em niha ji modernîzmê derbasî postmodernîzmê dibin û wexta postmodernîzmê hatîye (Marcy, 1995; Doll, 1993, Slattery, 1995). Lê hindavên postmodernîzmê yên cuda ne û heta faşîstên postmodernîst jî hene. Di dema me de zanistên siyasetê yên mîna Dalai Lama, Mohandas Gandhi û Martin Luther King jî pêwîstin; “aşitîxwaz“ in. Nelson Mandela têkoşerekî mezintirîn yê azadiyê ye. Ji bilî wan jî ji me re mirovên têgihiştî yên wekî Albert Camus, Friedrich Hegel, Friedrich Nietzshe û Franz Kafka pêwîstin da ku bi peyvên xwe ve cîhanê bihejînin. Ji me re romannivîskarên kurd yên Tolstoj, Charles Dickens, Gogol, Joyce, Kafka û Dostojevskij pêwîstin da ku qala şerekî qirêj bikin. Şer di romana Tolstoj de felaket e, belê şer felaket e. Li gorî Tolstoj şer mirovan dikuje yan jî mirov dihên kuştin. PDKT bi siyaseta salên 1960-1970î ve ne hatine girêdan û ji zanîna siyaseta hevdem bêpar e. Di nav wê de BARZANÎ de tune ye, lê di wan de xwendekarên Platon, Aristoteles Marchiaveli, Kant, JohnLocke, Thomas Hobbes, Hegel û Pierre Bourdieu tune ne. Li gorî Beauvoi û Young “tiştên ku ji bo grubeke normal û xwezayî be, dikare ji bo grubeke din ne normal be. Prof. Aois Althusser, Prof. Antoio Gramsci û Prof. Ernesto Laclau jî, qala zanista siyaseta dewletê, hunera siyasî, kabilîyet û kapasîteya” siyasetmendarên mezin dikin. Martin Luther King, qala xewnek, hêvîyek û xîyanetekê dike. Wî xwepênîşandanek li dijî Washingtonê li dar xist û bi hawayî mohra xwe li dîrokê xist û mîna mêrxasekî derbasî dîrokê bû. Ji kurdan re kesên zana yên mîna Carl von Linne, Aristotes, Napoleon, Julis Caesar, Platon, William Shakespeare, Albert Einstein û Dalai Lama pêwîstin. Baştirîn ew e ku her kurdek giraniya xwe bide ser zanista hizrî, aqil, adalet, rêzgirtin, perwerde û wekhevî. Bi perwerde û “merhamet” em dikarin gelek pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi şahî an ku aştiya rastîn bijîn. Armanca mej i bo jîyanê, dilşadî ye. Ligorî rojnameya Amerîka ya herroj derdikeve The Times (2007) zîndana Amedê mîna 10 zîndanên xerabtirîn li dûnyayê ye. Necmettin Bûyûkkaya ku di sala 1969an de digel 13 ronakbîrên kurd DDKO damezrand û bû serokê DDKO-yê. Di sala 1984an de li zîndana Amedê li dijî zilma dewletê berxwe da, bi lêdanê hat kustin. Ji bilî Necmettin Bûyûkkaya ku ji bo bawerîya xwe stûyê xwe xwar nekir û ber bi mirinê çû ji bo bawerîya xwe, lê ji bilî wî jî, yên ku bi mirinê çûn û xwe şewitandin ev in: Ferhat KURTAY, Esref ANYIK, Necmi Oner, Mahmud ZENGIN, Kemal PIR, Mehmed Hayri DURMUS, Atif YILMAZ, Alî ÇÎÇEK…
KURTEYA NAVEROKÊ
Di hundirê tevgera kurd de nexweşîyeke ”VIRÛS” heye û armanca vê nivîsarê ew e ku Gelê Kurd ji ”VIRÛS” rizgar bibe û dawî li xîyaneta navxweyî bihête. Di Kongreya YNK´ê de komeke xîyaneta 16ê, meha Cotmehê ya sala 2017an nehat gotûbêjkirin, ber ku ku armanca xîyanetê tasfîyekirina BARZANî bû û têkçûna dewleta herêma Kurdistanê bû. Di YNK´ê de ”Virûs” heye, lê ”Virûs”, di nav partîyên din de jî heye. TKDP / PDKT jî nexweş e û nexweşîya wê ”Virûs” e. Divê kurd ji van nexweşîyan rizgar bibin. Ji kurdan serokatîyekî Veguherîner Pêwîst e. Serokekî transformatîv li wir her kes xwedî derfetek e û her kes ji bo heman armancê hewl dide.
Niha TKDP / PDKT li ser serî li erdê ye, lê divê rabibe ser lingên xwe. PDKT/PDK-T/PDK-Bakur kuf û kufikî bûye. Ji sala 1965 û heta niha qet zêde nabe û wekî xwe dimîne. Zêdetir nabe û li cihê xwe naleqe. Lê PSK jî zêde nabe… Gelo sedemên bingehîn dikarin çi bin? PDKT pêywendiya xwe digel PDK – Iraq hebû/heye û PDK-Irak jî têkilîyên xwe bi Tirkiyê re hebû/ heye. Lê têkilîyên PDK-Iraq û bi Tirkiyê re pir normal e. Serokên PDKT li Bakur ne xwedîyê kapasîteyên serokatîyê ne, lê digel vê yekê Başur alîkariya wan dike. Endam û xelq bawerîya xwe bi serokê PDKT-ê nayînin. Divê Mehmed Emin KARDAŞ, Sertaç BUCAK… ji nifşa nû re rê vebikin û xwe bidin alî daku nifşa nû karê xwe bide. Ji bo Bakur serokatîya avakar, zimanekî çêker, bi etîk û xwedîyê nirxên mirovahî be, pêwîst e. Serokatîyeke veguherîner pêwîst e ji bo PDKT´ê. Serokekî veguherîner çi ye? Serok çawan dikare bibe serokekî veguherîner? Rêberê/rêbera transformatîv be, giranîya xwe dide ser îndivîduyalîzm û pêşveçûna kesan. Dabeşkirin û parvekirina desthilatdarîyê dikare bibe bingeha siyaseteke baştirîn. PDKT (TKDP) tevgera neteweyî ya kurd bû, lê mixabin dijmin pê leyîstin û di dawiya dawîn de wê perçe-perçe kir. Du bûyer bala min dikişinin, ew jî ev in: Bûyera herî balkeş a kuştina Saîd ELÇÎ û Dr. Şivan e ku ew bûyer di sala 1971ê de qewimîye. Pêşîn Saîd KIRMIZITOPRAK Said ELÇÎ dide kuştin û piştre Dr. Saîd KIRMIZITOPRAK ji alîyê komeke PDK-îraq´ê ve dihê kuştin lê em rastîya ku di pişt paşbingeha bûyerê de hebû nizanin. Bûyera duhem di Kongreya sala 1977an de qewimîbû û Mustafa Fîslî bû serokê TKDP- KUK. Di dema Mustafa Fîslî de TKDP geş bû, rabû ser lingên xwe, lê berê TKDK li ser serî li erdê bû û lingên wê li jorê bûn. Ev pêşveçû û guhartin di navbera salên 1977–1981ê de çêbû. Di vê demê de TKDP- KUK xebatên hêjatirîn kir û derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Lê PDK di sala 1945an de li Rojhilata Kurdistanê hat damezrandin, lê TKDP (PDKT) di sala 1965an de hat damezrandin û Faik BUCAK bû serokê wê.
DÛMAHIK heye
(Literatur û referens di beşa duhemîn)
31-12-2019
Kopiyakirin qedexe ye
Doktoremend, nivîskarê perwerdekar
Maruf Yilmaz