CîhanRojev

Di hilbijartinên PE de 2 Kurd û 1 Filistînî

Li gor encamên destpêkê, di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de du jinên Kurd bi ser ketine.

Di 3 û 9ê Hezîranê de hilbijartina endamên Parlamentoya Ewropayê hat kirin û ji bo hilbijartina 720 endamên Parlamentoya Ewropayê xelk çû ser sindoqan.

Endamên Parlamentoya Ewropayê ji bo 5 salan tên hilbijartin. Di hilbijartinê de 7 Kurd jî  namzedên Parlamentoya Ewropayê bûn. Li gor encamên ewil, ji wan 7 Kurdan Ozlem Demîrel (Almanya) û Evîn Încîr (Swêd) (ku berê jî endamên Parlamentoya Ewropayê bûn, dîsa wek endam hatine hilbijartin.

Rîma Hesen yekemîn jina Filistînî bû endama Parlamentoya Ewropayê.

Rîma Hesen, ku çalakvana mafên mirovan, parêzera Fransî û bi eslê xwe Filistînî ye, di hilbijartinan de wek endama Parlamentoya Ewropayê hat hilbijartin.

Partiya (LFI) di hilbijartinên Fransayê de ji sedî 8ê dengan girt û 8 parlamenter bi dest xist. Rîma Hesen a 32 salî di lîsteya LFI de wek namzed di rêza heftemîn de bû. Di hilbijartinên Fransayê de, bi wergirtina ji sedî 9,3 ê dengên Rîma Hasan wek yekem jina Filistînî ji bo Parlamentoya Ewropayê hat hilbijartin.

Rima Hesen sala 1992an li Kampa Penaberan a Fîlîstînê (Neyrab) a li nêzî Helebê, li bakurê Sûriyê ji dayik bûye. Di 10 saliya xwe de tevî malbat û 5 xwişk û birayên xwe koçberî Fransayê bûne. Hesena ku di 18 saliya xwe de hemwelatîbûna Fransî wergirt, hiqûqa navneteweyî xwendiye û di sala 2019an de Saziya Çavdêriya Kampa Penaberan û Rêxistina Çalakiya Filistînê 2023 damezrandiye.

Kovara Forbes di sala 2023an de Rima Hasan yek ji jinên herî bi bandor ên li Fransayê bi nav kir.

Back to top button